Meşvan ji Farqînê bang kirin: Em ê azadiyê bînin

  • 11:22 10 Sibat 2024
  • Ramyarî
AMED -  "Meşa Mezin a Azadiyê" ya baskê Qersê li Farqîna Amedê meşa xwe pêk anî û peyama "Em ê heta azadiya Birêz Ocalan têkoşîna xwe bidomînin" dan.  
 
"Meşa Mezin a Azadiyê" ya baskê Qersê ya ku 10 roj in didome gihaşt Farqîna Amedê. Li Farqînê bi coşek mezin Meşvanên Azadiyê hatin pêşwazîkirin. Meşvan bi dirûşm û stranan li navçeyê meşiyan. 
 
Ligel astengiyan Meşvanên Azadiyê bi girseyî meşiyan. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Nevroz Uysal di meşê de axivî û got: "10 roj in dimeşin. Me serê ewilî jî got ev ne yekem e dê meşa me bidome. Heta Birêz Ocalan azad bibe meşa me dê bidome. Me ji we re silavên Kelaha Qersê, Çiyayê Araratê, Dîgorê, Sakîne Cansiz, Hayrî Durmuş û Ceylan Onkol anîn. Sed sal in kurd bi hesreta azadiyê dijîn. Li Farqînê bi dehan ciwan hatin qetilkirin. Em li dijî mirinê siyaseta jiyanê dimeşînin. Heke li hemberî rêberê kurd tecrîdek hebe, li hemberî Gelê Kurd jî tecrîdek heye. Navê meşa me Meşa Azadiyê ye û em ê azadiyê bînin." 
 
Nevroz, daxuyand ku dê "Meşa Mezin a Azadiyê" a Baskê Qersê di 13'yê Sibatê de li Amedê be û wiha bang kir: "Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku tevlî meşa me bibin."
 
Piştî daxuyaniyê meşvan berê xwe dan avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Farqînê.