Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bubo Taş kirin

  • 11:10 10 Sibat 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Meşvanên Azadiyê çûn serdana malbata Bubo Taş ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir. Di serdanê de keça Bubo Havva Taş got, "Azadî wê ji bo me hemûyan bê."
 
35 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin. Li dijî tecrîdê "Meşa Mezin a Azadiyê" di 1'ê Sibatê de hat destpêkirin. Meşa ku bi du baskan dest pê kir, Baskê Wanê li Mêrdînê serdanên xwe didomîne. Meşvanên Azadiyê li navçeya Artûkluyê serdana malbata Bubo Taş ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 12'yê Çileya 2023'yan de bedena xwe da ber agir kir. 
 
Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya, di serdanê de axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî ya 25 salan û got: "Ji bo êşek din neyê jiyîn dê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Keça Budo Havva Taş jî wiha axivî: "Şehîd şehîdê me hemûyan e. Azadî wê ji bo me hemûyan bê." 
 
Bubo Taş ê ku bedena xwe da ber agir di nameya ku di 12'yê Çileya 2023y'an de li pey xwe hişt de wiha got: “Ez bi ken diçim. Ez bi hezkirin û îradeya xwe diçim. Ez naçim bin zextan. Divê kes şaş fêm neke. Ev çalakî çalakiyeke siyasî ye. Ji bo serokatiya me ye. Ez dixwazim ku hûn vê yekê fêm bikin."