Meşvanên Azadiyê li Qoserê bi coş hatin pêşwazkirin

  • 11:08 10 Sibat 2024
  • Ramyarî
MÊRDÎN - "Meşa Mezin a Azadiyê" ya Baskê Wanê gihaşt Qosera Mêrdînê û li vir bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Meşvanan li vir bang li welatiyan kir û got: "Dê heta serkeftinê meşa xwe bidomînin." 
 
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya demokratîk di 1'ê Sibatê de "Meşa Mezin a Azadiyê li Qers û Wanê hat destpêkirin. Baskê Wanê îro gihaşt Qosera Mêrdînê. 
 
Şêniyên Qoserê Meşvanên Azadiyê li Otogara Qoserê bi coşek mezin pêşwazî kirin. Di pêşwazîkirinê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. Ji 7 salî heta 70 salî şêniyên Qoserê di nava meşê de cih xwe girt. Piştî ku meş destpêkir jî welatiyên li derdorê û esnaf jî bi çepik û dirûşmeyan piştevaniya xwe anîn ziman. 
 
Li Bulvara Ugur Kaymaz a ku piştî tayînkirina qeyûman a sala 2016'an hat hilweşandin kom bûn û Ugur Kaymaz bi bîr anîn. Li vir kurnefîl danîn û ber bi Qada Azadiyê ve meşiyann. Di meşê de dirûşma “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” “Bê Serok jiyan nabe” hat berzkirin. 
 
Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, axivî û bal kişand ser girîngiya meşê û got: "Em meşvanên azadiyê 10 rojin ji bo azadiya Birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dimeşîn. Îro jî em gihaştin Qoserê. Ji bo piştgiriya we spas. Em bi sedsal in bi hesreta azadiyê dijîn. Ji ber vê sedemê me meşa azadiyê da destpêkirin. Em ê heta ku bighijin armanca xwe meşa xwe bidomînin. Me heta niha serî netewand û em natewînin jî. Divê pirsgirêka kurd bi muxatab re bên çareserkirin. Muxatab jî Birêz Ocalan e."
 
Piştre jî namzetên hevşaredariya Qoserê Hamdiye Turgay û Zeynî Îpek axivî. 
 
Piştî axaftinan Meşvanên Azadiyê û girse derbasî avahiya Rêxistina DEM Partiyê bûn.