Li Esslîngenê greva birçîbûnê hat destpêkirin

  • 21:41 9 Sibat 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Esslîngenê bi armanca şikadina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî greva birçîbûnê hat destpêkirin.
 
Li bajarê Esslîngen ê Almanyayê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakî wê heta 14’ê Sibatê bidome.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 9’ê Sibatê de dest pê kir, wê 3 rojan bi dorveger bidome û “Meşa Azadiyê” ya ku wê di 14’ê Sibatê de bigihê bajarê Metzê, wê bi girseyî bên pêşwazîkirin.
 
Grev wê bi protestokirina Komploya Navneteweyî ji vir heta Strasboûrgê bi meşekê bi dawî bibe. Bi dehan Kurdistanî çûn serdana çalakiya ku danê sibehê saet di 09:00’an de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Esslîngenê û peyamên xwe yên piştgiriyê dan. Çalakvanan di daxuyaniya xwe ya têkildarî armanca xwe de ev tişt gotin: “Bi salan e tecrîdeke giran li ser Rêbertî tê meşandin. Ev 3 sal in tu agahî ji Rêbertî nîne. Li dijî Rêbertî pêkanînek dijhiqûqî û dijmirovî heye. Di serî de Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê CPT hemû hêzên tevlî komployê bûne berpirsyarê vê yekê ne. Rêbertî hêviya azadiyê ya gelê Kurd e û hêviya aştiyê ya Rojhilata Navîn e. Em dixwazin demildest bê berdan. Bi hezaran girtiyên siyasî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bi mehane di greva birçîbûnê de ne. Di heman demê de dayikên me yên çavên wan bi hêsir jî nobedê digirin. Çalakiya me ya ku îro dest pê kir û wê heta 14’ê Sibatê bidome, bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî û silavkirina dayikên me yên ku li ber xwe didin.” 
 
Di daxuyaniyê bang li gelê Kurd ên li Ewropayê dijîn kirin ku tevlî meşa 17'ê Sibatê ya li Kolnê ya ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî û misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan bibin.