Li Dûîsbûrgê ji bo Abdullah Ocalan stand hat vekirin

  • 20:42 9 Sibat 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Li Duîsburgê bi armanca şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî stand hat vekirin.
 
Li bajarê Dûîsbûrg ya Almanyayê di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurdre çareseriya siyasî”, bi armanca şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî stand hat vekirin.
 
Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel a Duîsbûrgê saet di 13.00’an de li ber Forûmê li navenda bajêr stand vekir û heta saet 17.00’an vekirî ma.
 
Di axaftinên di çalakiyê de ev tişt hatin gotin: “Hêzên navneteweyî bi xiyaneteke mezin Rêberê me radestî dewleta Tirk kirin. Rêberê me 25 sal in di destê dewleta Tirk de dîl tê girtin. Ev 3 sal in tecrîdek mezin li ser Rêberê me tê meşandin. Beriya her tiştî em li dijî vê tecrîda dijhiqûqî dengê xwe bilind dikin û dewleta Tirk şermezar dikin. Li çar parçeyên Kurdistanê êrîşeke mezin a dewleta Tirk li ser Kurdan heye. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Azadiya Rêbe Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e.  Divê xwedî li grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatine destpêkirin, bê derketin.”
 
Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin û bang li gelê Kurd û dostên wan hat kirin ku tevlî meşa mezin a 17’ê Sibatê ji bo azadiya Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd  ku li Kolnê bê lidarxistin, bibin.
 
Her wiha bi dehan qertên ku ji Abdullah Ocalan re bên şandin hatin îmzekirin.