Çalakiyên Nobeda Edaletê dewam dikin

  • 16:34 9 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Edene û Mêrsînê çalakiyên Nobeda Edaletê di roja  68'an de didomin û li Êlihê jî çalakiya hat destpêkirin di roja 9'an de ye . Çalakvanan diyar kir ku heta tecrîd bi dawî bibe dê çalakiya xwe bidomînin.
 
Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (AATUHAY-DER) a Akdenîz Edeneyê ve hatiye destpêkirin di roja 68'an de berdewam dike. Rêveberên Rêxistina Navçeya Yuregîrê ya DEM Partiyê çalakî ji Dayikên Aştiyê li avahiya komeleyê dewer giritn. Dayika Aştiyê Binnaz Karakaş di çalakiya nobedê de axivî û diyar kir ku ji bo azadiya Ocalan û girtiyên din ên li girtîgehê û ji bo ku edalet were vî welatî ew di Nobeta Edaletê de ne. Dayika girtiyê bi navê Sedat Şîmşek Ayşe Şîmşek jî diyar kir ku bi hezaran girtî ji ber sedemên siyasî bêyî ku sûcdar bin li girtîgehan tên girtin. Ayşeyê diyar kir ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan beşdarî çalakiyê bûne.
 
Mêrsîn
 
Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) ve li avahiya komeleyê ya Mêrsînê tê lidarxistin, di roja 68'an de ye. Rêveberên DEM Partiyê û gelek Dayikên Aştiyê beşdarî nobeda îro bûn. Di çalakiyê de  dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Çalakvanên nobetê diyar kirin ku heta encam negirin dê çalakiyên xwe bidomînin.  
 
Êlih
 
Nobeda Edaletê ya ku li Elihê dest pê kir di roja xwe ya 9’emîn de berdewam kir. Kesên ku tevli çalakiya nobedê ya li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Bajêr bûn, pêşmalkên "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin. Çalakî ji aliyê nûnerên partiyên siyasî yên bajêr, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatiyan ve hat ziyaretkirin. Di nobedê de ku serdan tevahiya rojê dewam kir,  dirûşmên "Bijî berxwedana zîndanan", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.
 
Çalakiya nobetê bi stranên kurdî bi dawî bû.