Nobeda li Îzmîrê: Em ê bibin dengê zindanan

  • 16:01 9 Sibat 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê bi dirûşma "Ji bo edeletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan" di roja 21'an de bi serdanan didome. 
 
Di 10'ê Cotmehê de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" pêngavek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî ji bo piştgiriyê bidin pêngavê di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Her wiha Xizmên girtiyan bi heman armancê li Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih, Stenbol, Mêrsîn, Edene û Îzmîrê jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edaletê kirin.  
 
Di çarçoveya kampanyayê de bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hukumxwaran a EGE'yê (EGETUHAY DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li avahiya  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Ege’yê Nobeda Edaletê hatibû destpêkirin. Nobet di roja 21'an de didome. Li salona çalakiyê pankarta "Ji bo edeletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan" hat daliqandin. 
 
Îro Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Denîzlî û Îzmîrê serdana çalakiyê kir. 
 
Di çalakiya îro de dayika Bayram Kaymaz ê girtî Medîne Kaymaz axivî û bal kişand ser tecrîdê. Medîne, diyar kir ku dê çalakiya xwe bidomînin û got: "Ev nobed ji bo kurdan nîne ji bo hemû gelan didome. Birêz Ocalan 25 sal in girtî ye û 3 sal in jî kesek nikare hevdîtînê pê re bike. Em ne li dijî Tirkiyeyê ne. Em li dijî zilmê ne. Em ê çalakiyên xwe heta dawiyê bidomînin. Em naxwazin êdî dayik rondikan bibarînin. Êdî bes e!" 
 
Çalakiya Nobeda Edaletê bi serdana didome.