Li Stenbolê Nobeda Edaletê didome

  • 15:35 9 Sibat 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Di çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê de peyama "Heta têkbirîna tecrîdê dê çalakiyên xwe bidomînin." 
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi Nobeda Edaletê kirin.  
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê bi pêşengiya xizmên girtiyan û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a  Marmarayê (MATUHAYDER) ve li avahiya Rêxistina Partiya Wekhêvî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Esenyurtê pêk tê. Li eywana çalakiyê pankarta “ Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hate daliqandin. 
 
Çalakî îro jî bi serdanan berdewam kir. Bi taybetî jî eleqeya jinan zêdetir bû. Îro Rêxistina DEM Partî ya Beşîktaş û Çatalca serdana çalakiyê kirin. 
 
Di çalakiyê de rêveberê MATUHAYDER'ê Ridvan Karataş axivî û got: "Dê heta têkbirîna tecrîdê çalakiya xwe bidomînin. Em ê bibin dengê zindanan ji ber ku nêzî 2 meh zêdetir e greva birçîbûnê didome. Li 7 herêman çalakiya Nobeda Edaletê ya dayikan didome. Em tecrîdê şermezar dikin. Em heta dawiyê çalakiyên xwe bidomînin." 
 
Di nobedê de stranên bi kurdî hatin gotin û dirûşm hatin berzkirin.