Meşvanên Azadiyê çalakvanên 'Nobeda Edaletê' ziyaret kirin

  • 15:12 9 Sibat 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Meşvanên Azadiyê piştî meşê berê xwe dan çalakiya "Nobeda Edaletê" û serdana çalakvanan kirin.
 
"Meşa Mezin a Azadiyê" ku ji du baskan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin di roja 9’emîn de didome.  Meşvanên Azadiyê gihaştin Mêrdînê û bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Piştî meş û daxuyaniya ku hat dayîn meşvan û girseya ku pê re berê xwe dan çalakiya Nobeda Edaletê ya ku li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tê lidarxistin.
 
Meşvanên Azadiyê ji hêla çalakvanên "Nobeda Edaletê" ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Di nobedê de Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, axivî û got: "Hûn ji bo azadiya vî gelî bûn pêşengên Gelê Kurd. Îro Meşvanên Azadiyê guh da dengê we û 9 roj in dimeşîn. Heta azadiya Gelê Kurd û têkbirîna tecrîda li hemberî Birêz Ocalan dê têkoşîna me û meşa me bidome. Em ê bi ser kevin." 
 
Piştre Nûnerê TUHAD-FED'ê ya Mêrdînê Fettah Tekîn axivî diyar kir ku dibêjin dê heta15'ê Sibatê çalakî dê bi dawî bibin lê mixabin ne wisa ye dê heta azadiya Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin Fettah, daxuyand ku divê Abdullah Ocalan azad bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dixwazin di nava civakê de çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin. Dibe ku bedelên gelek giran jî bê dayîn lê encam çi dibe bila bibe em di çalakiyên xwe de bi israr in. Em dev jî çalakiyên xwe bernadin."
 
Meşvanên Azadiyê piştî ku çalakvanên Nobeda Edaletê ziyaret kirin, bernameyên xwe ya di çarçoveya "Meşa Mezin a Azadiyê" berdewam kirin.