Di çalakiya Nobedê de banga 'Bila tecrîd bi dawî bibe' kirin

  • 14:09 9 Sibat 2024
  • Rojane
 
WAN - Nobeda Edaletê ya li Wanê di roja xwe ya 67'an de dewam dike, careke din bang hat kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tavilê bê bidawîkirin.
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku bi pêşengiya xizmên girtiyan û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û  Hukumxaran re (TUHAY-DER) di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" li Wanê hatiye destpêkirin, dewam dike. Çalakî ku di roja 67'an d li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê dewam dike, Rêxistina Navçeya Erdîşê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), şêniyên taxa Fehîm Arvasî û Serhedê yên Rêya Armûşê serdana wê kirin. 
 
'Divê tecrîd demildest bi dawî bibe'
 
Fatma Serhatli di çalakiyê de axivî û got, “Em Nobeda Edaletê ya ji aliyê dayikên me ve hatiye destpêkirin silav dikin. Hêviya me ew e ku bigihîje armanca xwe. Divê ev tecrîd demildest bi dawî bibe. Em hêvî dikin ku ev Nobeda Edaletê ya ku dayikên me dane destpêkirin, pêşî bibe wesîleya bidawîkirina tecrîda li ser  Birêz Abdullah Ocalan û piştre jî bibe ya li ser hevalên me yên din ên di girtîgehê de. Ev tecrîd tê wateya tecrîdkirina gelê Kurd. Divê ev tecrîd bi dawî bibe."
 
Çalakiyê bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Şehîd namirin" bi serdanan dewam kir.