Manşeta L’Humanité: 'Kurdistan: Di nava agir de zincîrkirî ye'

  • 11:06 9 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya L’Humanité bi manşeta “Kurdistan; di nava agir de hatiye zincîrkirin” bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û siyasetmedarên kurd.
 
Aktîvîstên Fransî ku di nav de rojnameger, hunermend, civaknas û nivîskar jî hene, ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û siyasetmedarên kurd deklerasyonek parve kirin. Rojnameya Fransî L’Humanité, bi manşeta “Kurdistan: Di nava agir de zincîrkirî ye” bal kişand ser tecrîda Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê girtî ne.
 
Daxuyaniya ku aktîvistên Fransî bi sernavê  “Li Kurdistanê çareserî siyasî ye” wiha ye:
 
Salek nû dest pê dike. Û ev li Kurdistanê bi awayekî xerab dest pê dike: Piştî ku dewleta tirk di nava bêdengiya dewletên navneteweyî de bonbekirina Rojava berdewam kir, di kûrahiya zindanên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê girtî jibo edaletê diqîrin. Gireva birçîbûnê ya bi komî piştî di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest pê kir heta îro didome. Çalakiya gireva birçîbûnê li zêdetirî sed girtîgehan bi hezaran girtî xist nava tevgerê. Girtî careke din bi vê çalakiyê bang dikin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ji sala 1999’an heta niha di bin tecrîda giran de ye, serbest bê berdan. Bi vê çalakiyê dixwazin Rêberê PKK’ê serbest bê berdan.
 
Demekê Rejîma Apartheid, Nelson Mandela bi mohra “terorist” reş kiribû. Lê Mandela pirsgirêk çareser kiribû. Îro li Tirkiyeyê Ocalan jî wekî vê mînakê, tekane kesê ku pirsgirêka kurd çareser bike ye. Rêberê Otonomist, bi dehan sal in muzakereyan dike. Ji bo çareseriyek aştiyane û adîl bang dike. Dubare diyar dike ku dikare bi navbênkariya hêzên navdewletî dikare teslîm bike. Hevdîtinên ji bo aştiyê di sala 2013’yan de dest pê kiribû. Lê 2 sal şûnde parazvanê sextekar ê Filistiniyan û zalimê rasteqîn ê kêmaran dixe kontrola xwe ev pêvajo binpê kir û dawî lê anî.
 
Mahkûmên kurd bang li piştevaniya navneteweyî dikin. Divê ev dengê wan li her derê bê bihîstin; Divê dengê wan bigêje her derê. Welatên Rojava, têkiliyên xwe yên aborî û leşkerî bi endamê sereke yê NATO re berdewam dikin. Her welatî di mudaxaleya polîtîkayên derve yên hikûmeta xwe de xwedî mafê gotinê ne. Her gotin divê li ber çavan bê girtin. Her bêdengî jî wisa ye.
 
Hevserokê HDP’ê yê berê û nivîskar Selahattin Demîrtaş, ji kanûna 2023’yan û vir ve li pêş dadgeran doza xwe diparêze. Demîrtaş di sala 2016’an de hat girtin. Bi 142 sal cezayê girtîgehê tê darizandin. Selahattîn Demirtaş îro wiha dibêje. “Aştiya bi rûmet ku em qala wê dikin, aştiya ku kurd, tirk, elewî,  sunnî û rengên din karibin di nava hevde bi aştî û aramî bijîn e. […] Dewleta tirk, bi armancên nijadperest û milletperest ji ber ku em kurd in me dadirizîne. Ji ber ku em li dijî tezên bîrdoziya nijadperest a tirk serî natewînin, em tên darizandin. Ji ber ku em dibêjin Kurdistan welatê me ye û Hûn nikarin Kurdistanê dagir bikin, îro em tên darizandin. Li vê holê di şexsê me de dixwazin rastiya kurd û Kurdistane mahkûm bikin.”
 
Dîsa Wekîla HDP’ê ya berê Sebahat Tûncel ji sala 2016’an ve girtî ye. Sebahat jî wiha dibêje “Li ser bingeha jiyan û jiyandinê dostanî, xwişk û biratî, dikarin bi hevre di nava hevde bijîn.”  Lê ev hilbijêrk mixabin ji aliyê hikûmeta tirk ku bi tevgera faşîst a  MHP’ê re di tifaqê de ye, bi awayekî rêk û pêk tê redkirin.
 
Wekî em dizanin şer û pevçûn tenê bi rêyên siyasî tên çareserkirin. Zext, cudakarî, komkujî, girtin û tundî qet heta dawî nikarin bidomin. Gelek kengî bê bindestkirin, dê li ber xwe bide. Dîrok vê rastiyê diçespîne. Di dirokê de kesên hatin bindestkirin, li Hindistan, Vietnam, Cezayir û Efrîqaya Başûr di encama liberxwedanê azadiya xwe bi dest xistin. Dê rojekê elbete gelê kurd jî bigêje azadiya xwe. Niha li dijî rejima otokrasî, şer û nijadperestiyê, parastina demokrasiyê tê kirin. Em li ser axa xwe destekê bidin wan. Em girtiyan di bin siyê de nehêlin.
 
Em guh bidin Abdullah Ocalan, guh bidin Selahattîn Demîrtaş, guh bidin Sebahat Tuncel. Em li aktîvîsta kurd û TJA’yê û Hevşaredara Berê Ayşe Gokkan ku 80 caran hat binçavkirin û ji sala 2021’an ve girtî ye guhdar bikin. Em Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku ji sala 2016’an ve girtî ye guhdar bikin. Em hevşaredara berê Gultan Kişanak ku di sala 1980’yî de hat girtin û îşkence lê hat girtin û dîsa ji 2016’an ve girtî ye guhdar bikin. Em stranbêj Nûdem Dûrak ku bi rêya hunerê mafê çand û gel diparast û cezayê 19 salan ê hepsê lê birîn, guhdar bikin Em stranbêj Erkan Belî ku îşkence lê hat kirin û cezayê heta heta lê birîn, guhdar bikin. Em li Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dicle Muftuoglu ku ji gulana 2023’yan ve girtî tê darizandin guhdar bikin. Em rojnameger û nûçegîhanê DÎHA’yê Ziya Ataman guhdar bikin. Werin em Nedime Yaklav ku 30 sal in girti ye û nayê berdan guhdar bikin. Dîsa em li Mustafa Murat Perişan ku 30 sal in girtî ye û ji ber poşmaniyê qebûl nake û nayê berdan guhdar bikin. Em li Selver Yildirim û Abdulalim Kaya ku girtiyên nexweş in û nayên berdan guhdar bikin.
 
Lîsteya navan dirêj dibe û diçe.
 
Em guhdar bikin. Em wekî welatiyên fransî van daxwazan bikin. Em bixwazin ku Fransa bazirganiya aborî û leşkerî ya bi dewleta tirk re bi dawî bike. Em bixwazin ku rêxistina PKK’ê ji lîsteya “Rêxistinên terorê” derxe. Em bixwazin ku bi rêya Interpolê hevkariya polîs û edlî ya bi dewleta tirk re bi dawî bike. Em bixwazin ku biryara veşartina lêpirsîna dosyaya kuştina 3 jinên kurd ên di çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin bê rakirin.
 
Kesên îmze kirine
 
Nadège Abomangoli, Wekîl
 
Arié Alimi, parêzer, nivîskar û endamê Mafê Mirovan (LDH)
 
Hakim Amokrane, Stanbêj û şirîkê sazumankar ê Zebda
 
Mustapha Amokrane, stranbêj û şirîkê Zebda
 
Joseph Andras, nivîskar (xelata Goncourt )
 
Ludivine Bantigny, Dîroknas
 
Miguel Benasayag, filozof û psikanalist
 
Olivier Besancenot, Namzetê Serokê berê
 
Rachida Brakni, Lîstikvan û sanarîst
 
Rony Brauman, doktor û niviskar
 
Éric Cantona, aktor, stranbêj û gogbaz,
 
Carmen Castillo, Senarîst
 
Patrick Chamoiseau, Nivîskar
 
Laurence Cohen, senatorê rûmetê
 
Éric Coquerel, wekîl
 
Leyla Dakhli, Dîroknas
 
Hendrik Davi, wekîl
 
Alice Diop, derhêner
 
Sébastien Delogu, wekil
 
Rokhaya Diallo, nivîskar û derhêner
 
Éric Fassin, civaknas
 
Elsa Faucillon, wekil
 
Robert Guédiguian, derhêner (Xelata filmên Ewropa)
 
Nadia Yala Kisukidi, filozof
 
Anouche Kunth, Dîroknas
 
Adèle Haenel, Lîstikvan (Xelata Cêzar a Lîstikvana Jin a herî baş)
 
Kaoutar Harchi, Nivîskar û civaknas
 
Andy Kerbrat, wekil
 
Pierre Laurent, senatorê rûmetê û Cîgirê Serokê berê yê Senato
 
Jean-Paul Lecoq, wekil
 
Frédéric Lordon, filozof û aborînas
 
Michael Löwy, civaknas
 
Maryam Madjidi, Nivîskar (Xelata Goncourt)
 
Chowra Makaremi, antropolog û derhêner
 
Carlos Martens Bilongo, wekil
 
Edgar Morin, civaknas û filozof (Xelata zêr a Unesco)
 
Aline Pailler, Rojnameger
 
Ernest Pignon-Ernest, görsel sanatçı
 
Philippe Poutou, Namzetê Serokê Berê
 
Anne Querrien, Civkanas û plankarê bajar
 
Rocé, rapvan
 
Pınar Selek, civaknas û nivîskar
 
Danielle Simonnet, wekil
 
Pierre Tevanian, filozof
 
Ana Tijoux, stranbej
 
Laetitia Tura, Derhêner
 
Françoise Vergès, Niviskar û siyasetmedar
 
Gisèle Vienne, koreograf û derhêner
 
Abdourahman Waberi, nivîskar
 
Malik Zidi, nivîskar û aktor.
 
Pêkhateyên Femînîst ên dernetew
 
Komeleya Fransa-Kurdistan
 
Konseya Demokratîk a Kurdên Fransayê (CDK-F)
 
Feminîstên Şoreşger Paris
 
Çepa Ekososyalist
 
Dijberên ataerkîl ên Lezbiyen
 
Ekolojiya Populî û Civakî
 
Tora Serhildan a  Enternasyonalist
 
Yekitiya Azadîparêz a Komünist (UCL)
 
Sendîkaya Solidaires
 
Asya Rojava Afrîka BAkur (WANA)"