Dr. Donya Ahmedi: Hewcedarî bi guherînek mayînde heye!

  • 09:05 9 Sibat 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Dr. Donya Ahmedî ya Îranî ku ji ber li ser Me Too lêkolîn kir hat tehdîtkirin wiha got: “Vê tevgerê em jin nêzî hev kirin. Lê hinek tişt divê bi awayekî mayînde bên guhertin.”
 
Donya Ahmedî li beşa Xebatên Jinan a Navnetweyî ya Zanîngeha Gronîngen doçenta alîkar e û sala borî di Foruma Xebata Jinan a Navneteweyî de di kovarekê de gotara wê hat weşandin . Ev gota li ser tevgera Me Too ku tevgera femînîst a Îranê birêve dibir, disekinî.  Yek ji mêrên ku navê wî di gotarê de derbas dibû tevî şahidiya jinan û îfadeyên jinan Donya tehdîd kir û got xebatê bi giştî ji holê rake. Donya der barê mijarê de nirxandin kir.
 
*Ewil dixwazim vê bipirsim, tevgera Me Too li Îranê çawa pêş ket  û we çawa tercih kir li ser vê tevgerê xebatê bimeşînin?
 
Xebatên min piranî der barê dîroka tevgera jinên Îranê, femînîzmê de ne. Ez der barê Me Too de xebatê dimeşînim. Piştî şoreşa 1979’an ev tevger li Îranê bû şoreş. Gelek welatan şahidiya vê kir. Dijminahî û sûcên li hember jinên Îranê di asta jor de ne.Ji ber vê me ev wek tevgerek nehatiye dîtin nirxand. Li dijî civaka muhafazakar a Îranê vê tevgerê jin dan axaftin. Min jî wek akademîsyenekê got divê dîroka jinan bê nivîsin. Der barê dîroka me de zêde belge, agahî û arşiv tune ne. Ji bo vê hewldanek sistematik tune bû. Xebatên akademîsyenên jin hatin sansurkirin û bêdengkirin. Di gotara min nivîsî de beşek ji tevgra femînîst a Îranê Me Too cih digire. Ji ber vê niha hewl didin gotarê rabikin.
 
*Jinên tevli vê tevgerê dibin û tiştên dijîn parve dikin, heqeret, tehdîd û tacîz lê tên kirin. Jinên tevli vê tevgerê dibin bi çi re tên rû hev?
 
Li dijî jinên tevli tevgerê dibin bertek mezine. Di gotara min de beşek ji van bertekan hene; mînak li cihê lê dijîm ji Hollandayê heta Amerîkayê li her derê cîhanê tacîz tên qeydkirin. Di mijara mafê jinan de di civakên Ewropa Rojava û Bakurê Amerîkayê de jî ji bo mafê jinan ji dest neyê girtin jinan xebat meşand û bi bertekan re hatin rû hev. Mexdur sûcdar hatin dîtin. Em xwedî desturek bingehîn ya zayendperest, muhafazakar û baviksar in.Têkiliyên derveyê zewacê dikin kategoriya zînayê. Tecawiz di bin qanûna malbatê de cih digire. Dibêjin çima jin naçin dadgeh û polîsan. Ji ber dema jin biçin dadgehan bi giştî jin sûcdar tên dîtin. Wek mexdur nayên dîtin. Ji ber van sûcdariyan em jinan winda dikin. Tabloyek giran dertê pêşberî me. Girêdayê vê çîrokên travmayê dertên holê. Bûyerên giranbûna tundiyê dertên pêş. Jin li dijî êrîşan bê parastin dimînin. Em wan di civakê de winda dikin.  Tişta ez dibêjim ev e. Jin ji her alî tundiyê dibînin. Ji ber gotara min nivîsye ez jî vê dijîm. Kesekî ku navê wî di gotarê de derbas dibe bi kovarê re ketiye têkiliyê û gilî kiriye ku gotar bê rakirin. Min tehdîd kir û got wê dozê vebike. Yanî ji her derê zext li ser jinan tê meşandin.Ev encamên herî sivik in.
 
*Wek akademîsyenekê di vê mijarê de wek lêkolîn kir û we tehdit girt. Li gor we hinek vekir, we çi jiya çi tehdîd girt?
 
Em gotiran wek lêkolîn diweşînin û mirov ne li bendê ne ku civak veke bixwîne ji ber gelek xebatên akademîk hene. Ev ne gotara min ya ewil bû. Ji ber vê evqas bertek ez matmayî hiştim ji ber wek nûçeyê nebû. Kesên navê wan di gotarê de derbas bûne ev xwendine û dest bi tehdîd û tacîzan kirin.Di gora bi rupelan de tenê di hevokekê de nav derbas dibe.  Got ev îdia ne rastin û îfterene. Ez matmayî nemam. Edîtorê kovarê agahiya çavkaniyên min xwest. Min çavkanî da wan. Min got çavkaniyên min ji çapemeniya dîjîtal ya ji gel re vekirî ya tevli tevgera Me Too bûne. Min gelek lêkolîn lêkolîn û wisa dane bikar anîn. Li ser vê min roportaj kirin, bi aktîvîstên Îranê r emin hevdîtin kirin. Piştî min ev çavkanî bi edîtor re parve kir min got wê pirsnîşan rabin. Lê tehdîdên ku divê ev gotar rabe hatin kirin. Gotin 8 saetên te hene gotarê rabikin. 
 
Lê min ev cidî negirtin. Min nîşanê parêzerê xwe da. Hêza min ya parêzer bigirim tunebû. Min mafên xwe yên qanûnî yên li Hollandayê baş nizanibû. Heman peyamên tehdîdê diçûn ji zanîngehê re jî. Piştre zanîngehê israr kir ku ez van veşêrim. Gotin peyaman veşêre. Hîna jî têm tehdîdkirin. Di alî psîkolojîk de min dide zorê.
 
*Tevgera Me Too di cîhanê de deng da. Ev tevger ji bo rizgariya jinên din azadiya jinên din têr dike gelo? Têr neke divê çi bê kirin?
 
Pirsa esas ev e. Ev tevger bêguman têr nake û wê neke jî. Ji bo tiştên hatine jiyîn em vebêjin ev platform hat pêşkêşkirin lê edalet neanî. Jin hîna li edaletê digerin. Hîna dozên vedikin winda dikin.Ez ji ser tecrubeyên xwe vê bêjim. Derfetê her kesî tune biçe dozê  vebike. Pere û enerjî pêwist dike. Dem pêwiste. Dadgeh kesên diparêzin diyarin. Parêzeran ji mêr pirsîn doz li jinan vekiriye an na. Komara Îslamî ya Îranê çend roj brê 4 aktîvîstên Kurd yên siyasî darvekir. Em behsa kîjan dadgehê bikin. Vê tevgerê em jin nêzî hev anîn. Lê hinek tişt divê bi awayekî mayînde bên guhertin.”