'Em şaredariyeke azad a gel dixwazin'

  • 09:03 9 Sibat 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Endama Pîrebokên Kampusê Îrem Kumcagiz da zanîn ku ew li şaredariya nêrîneke ekolojîk, azadixwaz a jinê û gel dixwazin û wiha vegot: “Li şûna xwendekaran mahkumê yurdên tarîkatan bikin divê hejmara yurd û qadê xebata ku jiyana xwendekaran hêsan dike, veguhestinê rehet dike bên zêdekirin. Em vê dixwazin. Em dixwazin di şaredariyan de hejmara namzetên jin zêdetir be.”
 
Ji hilbijartinên herêmî re demek kurt. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) beriya hilbijartinên 31’ê Adarê li Kurdistanê pêşhilbijartin pêk anîn û bi dengên delege yên gel li gelek bajaran namzet diyar kirin. DEM Partiyê biryar da ku li Stenbol û gleek bajarên din jî namzet derxînin.
 
Endama Pîrebokên Kampusê Îrem Kumcagiz der berê daxwazên jinên zanîngehê de axivî.
 
‘Jinan di nav malbatê te tengezar dikin’
 
Îremê diyar kir ku wê xeta têkoşîna di hilbijartinên 14’ê Gulana 2023’yan de şopandine bimeşînin û têkoşîna xwe wê di hilbijartinên herêmî de jî bidomînin. Îremê wiha dirêjî daye: “Em namzetên şaedariyên gelparêz dixwazin, piştgiriyê didin wan. Feraseteke şaredariyên ku jin zêde nayên dîtin heye. Mînak em havînan kampên jinan pêk tînin. Hinek daxwazên me çêdibin. Lê daxwazên me nayên cih. Em gelek hewl didin. Piştgiriyê nadin me. Yekîneyên jinan di şaredariyan de hema hema tune ne.”
 
‘Bi qeyûman pêvajoya demokratîk asteng dikin’
 
Îremê destnîşan kir ku şaredarî bi nêrîna ekolojîk tevnagerin û wiha bi lêv kir: “Desthilatdarî li pey projeyên ji rantê re xizmetê dike ye. Şaredariyên ji nêrîna azadiya jinê dûr hene. Bi qasî em dibînin ji partiyên muxaleftê jî hejmara namzetên jin kêmin. Li bajarên kurdan pergala hevserokatiyê û hejmara jinan zêde ye. Lê bi tayînkirina qeyûman re ev pêvajoya demokartîk tê astengkirin. Em pergala hevserokatiyê gelek bi nirx dibînin.”
 
Ji bo destkeftiyan têkoşîn berdewame!
 
Îremê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Beriya qeyûman destkeftiyên tevgera jinên kurd ji jinan re gelek qad vekir. Lê bi qeyûman re destkeftî hedef hatin girtin. Hemû xebatên jinan hatin astengkirin. Jin hepsê malê kirin. Lê divê em bi awayekî xurt li dijî van êrîşan bisekinin û ji bo em destkeftiyên xwe şûnde bigirin têbikoşin. Bi jinên kurd re têkoşîna me ya hevpar heye. Jinên kurd hêzên didin têkoşîna me. Tevî polîtîkayên ku me tune dihesibînin têkoşîna hebûnê didin. Em jin li tu derê nayên dîtin. Astengiyan didin pêş me. Ji ber vê divê jin bibin yek û têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Daxwaza wan feraseta şaredariyeke li alî gel e
 
Îremê daxwazên xwe wiha rêz kir: “Em feraseta şaredariyeke li alî gel ji gel re xizmetê dike, li alî hewcedariyan pêş dikeve dixwazin. Divê ji aliyê şaredariyan ve li derdora dibistanê yurd bên vekirin. Divê veguhestinên wan hêsan bin. Divê saetên derketin û ketina yurdan ji ser jinan neyê avakirin.  Bernameyên çand û hunerê, aktîvîsteyên perwerde û civakî li ber çavan bên girtin û wisa bên teşekirin. Li Stenbolê sê pirsgirêkên mezin hene. Starbûn, veguhestin û ewlehî. Kirê biha bûne.  Xaniyên dora zanîngehan hîn bêtir biha bûne. Ji ber vê xwendekar neçar dimînin li cihên dûr xanî kirê bikin. Ev jî dibe sedema ewlehiyê, dibe sedema lêçûnan.”
 
Şaredariyek çawa?
 
Îremê der barê ku şaredariyek çawa dixwazin de jî nêrînê xwe wiha anî ziman: “Divê hebûna jinan a di jiyana aborî û civakî de bê xurtkirin. Divê bazarên keda destan bên zêdekirin. Divê navendên etutê bên zêdekirin. Divê kreşên cemawerî bên vekirin. Divê xwendekar mahkumê yurdên tarîkatan neyên kirin û divê hejmara yurdan bên zêdekirin û veguhestin bên hêsanikrin. Divê xwegîhandina metaryalên perwerdê bên hêsankrin.”
 
Divê jin zêdetir bên dîtin
 
Îremê di dawiya axaftina xwe de banga mezinkirina pitşevaniyê kir û got mezinkirina piştevaniyê û yekitî wê hêzê bide wan û wiha dawî lê anî: “Em  bi hev re diherikin qadên 8’ê Adar û 25’ê Mijdarê. Em dest didin jiyanên hev. Wekê din çareya me tuneye. Divê em di piştevaniyê de bin ligel hev têbikşin. Ez bang li hemû xwişkên xwe dikim, bê hêvî nemînin, têkoşîna me bi hev re xurt e. Divê di meclîs, şaredarî, meclîsên şaredariyan de hejmara jinan zêde bibe.”