Li Bîlbaoyê peyama ji bo azadiya Abdullah Ocalan hat dayîn

  • 19:30 8 Sibat 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di konferansa li Bîlbaoyê hat lidarxistin de bertek nîşanî tecrîda Îmraliyê dan û peyama ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat dayîn.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin. Çalakî û xwepêşandanên di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê cotmehê de destpê kir, li cîhanê berfireh bûye.
 
Di vê çarçoveyê de li bajarê Bilbao yê Herêma Xweser a Baskê ya Spanyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan û dilsoziya bi gelê Kurd re konferansek hate lidarxistin.Di konferansa ku li Zanîngeha Welatê Baskê (UPV/EHU) hat lidarxistin de parlamenterê Parlamentoya Ewropayê yê EH Bildu, partiya koalîsyonê ya welatê Baskê Pernando Barrena, yek ji nûnerên Baskê Koldo Saenz, Konfederasyona Sendîkayên Karkeran (LAB), Ji Parêzerên Buroya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez û Endamê KNK'ê Adem Ûzûn weke axaftvan beşdar bûn.
 
‘Li Îmraliyê tu hiqûq derbas nabe’
 
Di konferansa ku bi moderatoriya berdevka Koma Dostaniya Kurd a Partiya EH Bildu Esther Lopez destpê kir de, ji parêzerên Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez ewilî axivî. Îbrahîm Bîlmez bal kişan ser şert û mercên tecrîda li Îmraliyê û diyar kir ku Abdullah Ocalan di dema darazê û piştî wê de rastî gelek kiryarên dijhiqûqî hat.
 
Îbrahîm  biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi bîr xist û diyar kir ku di qonaxa niha de Tirkiye  ne hiqûqa xwe ya navxweyî û ne jî erkên peymanên navneteweyî li Îmraliyê pêk nayne. 
 
Îbrahîm wiha dirêjî daye: "Em tu carî nikarin behsa pêvajoya hiqûqî ya navxweyî ya li Tirkiyeyê ji bo Ocalan û hevalên wî bikin. Bi pêkneanîna biryarên DMME, CPT û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Tirkiye mekanîzmayên hiqûqî yên navneteweyî bêbandor dike. Girava Îmraliyê weke laboratûwareke ku ji bo daraz û pêvajoya siyasî ya Tirkiyeyê her cure bêhiqûqî tê ceribandin. Encamên li vir tên derxistin li serbher kesî, bi taybetî jî li ser muxalîfên li Tirkiyeyê tên bikaranîn. Girtina demdirêj a Ocalan û b’iryarên DMME’yê yên derbarê “mafê hêviyê' de dema mirov di ber çavan de derbas dike, azadiya Ocalan pêwîstiya hiqûq û edaleta navneteweyî ye. Helbet ev hemû pêkanînên dijhiqûqî û tecrîda li ser Ocalan tê meşandin xwedî wate û encamên siyasî ne. Ev ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd diqewime. Di pêvajoya Îmraliyê ya 25 salan de me ev yek bi zelalî dît; her ku tecrîd kûrtir bû, di pirsgirêka Kurd de polîtîkayên ewlekariyê zêdetir hatin meşandin. Bi gotineke din, neçareserî di meriyetê de ye.”
 
‘Divê Ocalan bê azadkirin’
 
Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê yê ji partiya koalîsyonê ya Baskê EH Bildu Pernando Barrena bi sernavê "Li Ewropa û welatê Baskê hevgirtina bi Ocalan û Kurdistanê re" pêşkêşî kir.
 
Pernando Barrena ku di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Bask her tim si  têkoşîna azadiyê de li cem gelê Kurd e û wiha vegot: “Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve bi bêhiqûqiyê re rû bi rû ye.Ev paradîgmaya ku Ocalan pêşkêş kiriye, ji bo sedsala 21’emîn girîng û pêşeng e. Pêşniyara konfederalîzma demokratîk ji bo aştî, jiyana hevpar û çareseriya radîkal a ji bo herêmên Kurdan girîng e. Ev paradîgma ji bo me, welatê Baskê ku ji bo Serxwebûna Neteweyî têdikoşin, xwedî girîngiyek mezin e.Tecrîda li Îmraliyê li dijî mafên bingehîn e, di heman demê de israra dewleta Tirk a neçareserkirinê jî radixe ber çavan."
 
Pernando helwesta rêxistinên wekî Parlamenta Ewropa, Konseya Ewropa, CPT û Neteweyên Yekbûyî ya li hemberî tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî rexne kir û wiha pêde çû: “Yên ku bi mafdarî dengê xwe li hemberî êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê bilind dikin û hiqûqa navneteweyî bi bîr tînin, li hemberî tecrîda li ser Ocalan û binpêkirinên Tirkiyeyê bêdeng in. Divê dawî li bêhiqûqiya li ser Ocalan bê û azadiya wî bê misogerkirin."
 
‘Rêber Apo hêvî dide gelên cîhanê’
 
Endamê KNK'ê Adem Uzun ku piştî Barrena axivî, bi sernavê "Pirsgirêka Kurd, guhertina radîkal: Ji pevçûnê ber bi çareseriyê Kurd, paradîgmaya nû" de pêşkêşiyek kir.
 
Adem destnîşan kir ku fikir û paradîgmayên Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo cîhana ku îro di nava krîzeke mezin de ye jî girîng in û wiha axivî: “Pergala kapîtalîst a ku em tê de dijîn ne sîstemeke ku mafên gelan diparêze.Ev pergala ku xwe dispêre netew dewletan her cure pirsgirêk afirandine û diafirîne. Li dijî pergala kapîtalîst a ku li her qadê hat astengkirin û pirsgirêkên ku derxist holê, sîstemeke alternatîf pêwîst bû. Rêber Apo di vê xalê de ne tenê ji bo pirsgirêka Kurd, li hemberî pergala kapîtalîst jî bi paradîgmayên ku danî pêşiya me alternatîfek pêşxist. Di noqteya ku em îro gihiştine de, fikir û ramanên Rêber Apo ji aliyê gelên cîhanê ve li ber çavan tên girtin, nîqaş tên kirin û ji bo gelên cîhanê hêviyê çêkiriye. Di vê wateyê de destekkirina kampanyaya di 10’ê Cotmehê de hatiye destpêkirin jî tê wateya piştgiriya çareseriya pirsgirêkên ku em dijîn.”
 
Adem axaftina xwe wiha domand: “Îro li Îmraliyê her cure qanûn tên paşguhkirin. Bi kampanya azadiya ji Ocalan re ji kesên ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevnagerin peyam tê dayîn û wê bê dayîn. Rakirina tecrîdê û azadkirina Rêber Apo rasterast bi çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên civakî ve girêdayî ye. Di vê wateyê de xwedîderketina fikrên Serok Ocalan ji bo pêşeroja me hemûyan gelekî girîng e.”
 
‘Em piştgiriyê didin kampanyayê’
 
Herî dawî,  Serokê Têkiliyên Navneteweyî ya LAB ku yek ji mezintirîn sendîkayên karkeran ên Baskê ye Koldo Saenz di konferansê de axaftinek kir. Koldo Saenz di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku ew her tim li cem têkoşîna gelê Kurd in.
 
Koldo diyar kir ku şerê li Kurdistanê di qada navneteweyî de zêde nayê dîtin û got, "Têkoşîna sendîkayan ji bo pêşîgirtina li şerê li Kurdistanê, ji bo rawestandina şerên li cîhanê jî girîng e."
 
Konferans piştî axaftinan, pirs û bersivan bi dawî bû.