Bersûcê li Bûrsayê malbata xwe qetil kir hat binçavkirin

  • 12:44 8 Sibat 2024
  • Rojane
 
BÛRSA - Li navçeya Osmangaziyê zilamê bi navê Abdulsamet Y. dayik, bav û birayê xwe qetil kir. 
 
Zilamê bi navê Abdulsamet Y. (19) li 2’yemîn Kolana Vakif a li taxa Hamîtler a navçeya Osmangaziya Bûrsayê, di nava malê de bavê xwe S.Y. (64), dayika xwe Z.Y. (55) û birayê xwe M.Y. (25) qetil kir. 
 
Piştî agahîdayînê gelek tîmên tenduristiyê û polîsan, sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Polîsan bersûc tevî kêra di destê wî de girtin. Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane, ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî.