Ji bo piştevaniya Meşa Azadiyê li Kadifekaleyê pankart hat daliqandin

  • 09:47 8 Sibat 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Ji bo piştevaniya Meşa Azadiyê li Kadifekaleyê pankarta bi nivîsa "Em meşa azadîyê silav dikin. Bijî Serok Apo" hat daliqandin.
 
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya meseleya kurd a bi rêya demokratîk di 1'ê Sibatê de li Qers û Wanê Meşa Azadiyê ya Mezin dest pê kir û bi coşeke mezin dewam dike. Li ser sûrên Kadîfekaleya navçeya Konakê ji bo piştevaniya Meşa Azadiyê pankarta bi nivîsa "Em meşa azadîyê silav dikin. Bijî Serok Apo" hat daliqandin.