ROJEVA 8'Ê SIBATA 2024'AN

  • 09:00 8 Sibat 2024
  • Rojev
 
* Kordînatora Giştî ya Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk Civakî Yuksel Genç, beriya hilbijartinan,  der barê tayînkirina qeyûman ku wê bandoreke çawa li ser tercîha hilbijêran bike de nirxandin kir. Yukselê destnîşan kir ku neçareseriya pirsgirêka Kurd badnorê li dengê hilbijêran dike. DÎMEN HEYE
 
*Anna Bruna Camposampiero ku faliyetên sendikal dimeşîne, mafê starbûna siyasî ya Îtalyayê daye Abdullah Ocalan bibîr xist û got: “Mafê starbûna li Îtalyayê ya ji bo Rêber Apo ku hatiye erêkirin heye. Dema ev li ber çavan bê girtin divê welatê min dengê xwe bilind bike. Hewcedarî bi tevgereke mezin heye.” BI DÎMEN 
 
*Dayikên Aştiyê ku banga li dora "Meşa Mezin a Azadiyê" bibin xelek kirin, diyar kirin ku ev meş di heman demê de "meşa aştiyê" ye û gotin ku ew ê têkoşîn bidome. DÎMEN HEYE
 
* Cizîra Botan bû rawestgeheke "Meşa Mezin a Azadiye", li vir ligel dîmenên bi rengin û peyamen xurt bi sirûda “Herne Pêş” hatin dayîn. Ji heft salî heta heftê salî kesên ku meşvanên azadiyê pêşwazî kir bi yek dengî gotin “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" dan. BI DÎMEN