Li Cizîrê Meşa Azadiyê bi serdana esnafan didome

  • 15:00 7 Sibat 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - "Meşa Mezin a Azadiyê" li Cizîrê bi serdana esnafan berdewam dike. Di serdanan de meşvan behsa armanca çalakiya xwe dikin. 
 
35 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li 8 bajaran dest bi nobeda edealetê kirin. 
 
Di heman çarçoveyê de di 1'ê Sibatê de “Meşa Mezin a Azadiyê” hat destpêkirin. Meşa ku bi 2 baskan dest pê kir diroja 7’an de didome. Baskê Wanê ku dest pê kir, li Botanê bi coş û kelecanek mezin ve tê pêşwazîkirin. Îro meşvan berê xwe dan Cizîra Botanê. 
 
Di çarçoveya "Meşa Mezin a Azadiyê" meşvan serdana esnafên navçeyê kir û esnafan guhdar kir. Meşvan jî di serdanan de behsa armanca çalakiya xwe kir.