Koordînasyona Jinan rapora erdhejê eşkere kir

  • 14:56 7 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Jinan rapora xwe ya li ser rewşa jinan a li herêma karesatê ya piştî erdheja 6’ê Sibatê parve kir. Di raporê de hat diyarkirin ku jinan herî zêde daxwaza piştgiriya xurek û piştgiriya derûnî kirine.
 
Koordînasyona Jinan rapora xwe ya bi sernavê “Li herêmên karesatê piştî erdheja 6’ê Sibatê jin” eşkere kir. 
 
Hat diyarkirin ku rapor ji bo saziyên li herêmê ragihîne xebatên "Navenda Jiyana Jinê" ya ku tê plankirin bi hevkariya Komeleya Azadî û Wekheviyê ya Jinan (KOVED) li herêmên karesatê bên avakirin û bi destnîşankirina pêdiviyên jinan û derfetên hevkariyê bên tesbîtkirin hatiye amadekirin..
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku bi giştî 139 jin, li Edeneyê 71 û li Hatayê 68 jin bi giştî 38 sal in. Bi texmînî ji 10 jinên beşdarî lêkolînê bûne 5 karkerên malê ne û ji 10 jinan tenê 3 (ji sedî 29,5) kar dikin. Li gorî raporê, ji sedî 75’ê jinên beşdarî lêkolînê bûne, diyar kirine ku ziyan û windabûn dîtine û hema hema hemûyan daxwaza piştgiriya tenduristiyê kirine. Piraniya vê daxwazê ??ji piştgiriya tedawiya derûnî, piştgiriya stresa piştî trawmayê û piştgiriya psîko-civakî pêk dihat. Lê belê beşeke girîng a jinan desteka xurekê xwest. Ev yek di raporê de bi rêjeya ji sedî 70'î derket holê.
 
Li aliyê din jinan pirsa "Di van şert û mercên ku hûn tê de dijîn de li gorî we pêwîstî bi navenda jiyanê ya jinan heye?" bi rêjeya ji sedî 96,4 bersiva "erê" dan.