Di Nobeta Edaletê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

  • 14:35 7 Sibat 2024
  • Rojane
 
AMED/ÎZMÎR - Di çalakiyên Nobetên Edaletê yên li Amed û Îzmîrê banga azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin. 
 
Nobetên Edaletê yên li Îzmîr û Amedê bi serdanan dewam kirin. 
 
Îzmir
 
Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê ya bi pêşengiya EGE TUHAYDER û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin, dewam dike. Nobeta li nûnertiya herêma egeyê ya DBP'ê di roja 19'an de dewam dike. Li eywana çalakiyê afîşên "Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin" û "Li dijî tecridê berxwedan" hatin daliqandin. Rêxistina DEM Parti ya Bucayê û Îzmîrê her wiha keça girtiya bi nexweşiya giran Muhlise Karaguzel, Zilan Karaguzel û gelek welatî hatin serdanê. 
 
Dayika Aştiyê Melahat Kuçukaydin, da zanîn ew piştgiriyê didin nobetê û silavên xwe ji girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ye şand. Melahatê got ew aştiyê dixwazin û dixwazin Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe. 
 
Nobetê bi serdanan dewam kir. 
 
Amed
 
Li Amedê jî Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya TUAY-DER'ê hatibû destpêkirin di roja 63'yemîn de dewam dike. Rêveberên DEM Partiyê û DBP'ê çûn serdana nobetê. 
 
Di nobetê de bal kişandin ser azadiya Abdullah Ocalan û kesên di erdheja 6'ê Sibata 2023'yan de jiyana xwe ji dest dan jî hatin bibîranîn.