Xwendevanên Mexmûrê Komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin

  • 13:49 7 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendevanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin û hate gotin; “Ji bo gelê Kurd û tevgera azadiyê Rêbertî xeta sor e, pêwîst e demildest hevdîtin pêre were kirin. Ji bo rawestandina şer û aştiyek birûmet pêk were divê azadiya wî mîsoger bibe.”
 
Xwendevanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina komploya 15’yê Sibatê li Navenda Çand û Hunerê ya wargehê kombûn û daxuyaniyek dan.
 
Daxuyanî bi beşdarbûna hemû xwendevanên wargehê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê destpê kir. Daxuyanî ji aliyê xwendevana bi navê Çîdem Bilehî ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Di dîroka mirovahiyê de her netew xwedî dîrokek taybet e û di nava vê dîrokê de gelek rojên wê yên bi şahî, reş, tarî û dil bi êş hene. Ji bo gelê Kurd ne tenê rojek, meh bi giştî wek roja reş û tarî tê jiyankirin bi taybet meha Sibatê weke Sibatoka reş tê binavkirin. Di vê meha reş de hêzên hegemon li hemberî Rêber Apo û gelê Kurd komplo dan meşandin, di encama vê komployê de Rêberê me di 15’ê Sibata 1999’an de dîlgirtin û radestî dewleta tirk a faşîst kirin. Bi dîlgirtina Rêbertî re hêzên hegemon hêvî dikirin ku wê tevgera azadî tasfiye bikin û gelê Kurd qir bikin. Lê sekna Rêber Apo û ya gelê Kurd û gerîlayên Kurdistanê kir ku ev komplo negihije armanca xwe. Bi taybet pêngava ku ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ ku bu xelekek ji agir li derdora Rêber Apo û hêviyên komplogeran di qirika wan de hiştin. Di roja me ya îro de ji bo mirov bikare bêje êdî fikir û felsefeya Rêber Apo bûye paradîgmaya azadîxwazan, ji ber wê li welatên cîhanê kesên azadîxwaz fikrên Rêbertî nîqaş dikin û azadiya xwe di vê de dibînin. Ji ber vê yekê ev sê sal in tecrîdek hovane li ser Rêbertî tê meşandin û nahêlin dengek ji Rêbertî were gitin. Ji bo gelê Kurd û tevgera azadiyê Rêbertî xeta sor e, pêwîst e demildest hevdîtin pêre were kirin. Ji bo rawestandina şer û aştiyek birûmet pêkwere divê azadiya wî mîsoger bibe.
 
Em weke qada perwerdê û hemû xelkê Mexmûrê di nava çalakiyan de ne, hemû kesên ku ji bo azadiya Rêber Apo di nava çalakî, meş û xebatên cûr be cûr de ne silav dikin û piştgiriya xwe diyar dikin. Em ê bi mîsogerî komployê bişkênin, tecrîdê têk bibin û bigihin azadiya fîzîkî ya Rêbertî. Hemû hêzên ku destê wan di komployê de heyîn em wan rûreş û şermezar dikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ ‘Bi can bixwîn em bi te re ne ey Serok’ bi dawî bû.