Li gel biryara xirakirinê ya îstinafê jî ceza hat xwestin

  • 12:01 7 Sibat 2024
  • Hiqûq
 
AMED - Di doza Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin jê ji nû de tê darizandin de, tevî biryara betalkirinê ya ya îstînafê jî 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.
 
Filiz Buluttekin di dema ku Hevseroka Bajarê Amedê a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û piştre bû Hevşaredara Navçeya Sûrê ya Amedê  bi hinceta "endamtiya rêxistinê" bi îdiaya beşdarî 42 çalakiyan bûye 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Cezayê hat birîn  ji aliyê Dadgeha Îstinafê ve hat betalkirin û hat xwestin ku ji nû de darizandin bê kirin.  Rûniştina doza ku ji nû ve tê dîtin li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de parêzerê dozê Sertaç Buluttekîn amade bû.
 
Di doza ku li ser îfadeyên şahida eşkere Kezban Kuday bi dosyaya lêpirsînê re hat yek kirin de, tevî biryara dadgeha îstînafê ya ku gotibû, "Filîzê di çarçoveya xebatên xwe yên siyasî de tevli çalakiyan bûye " jî ji Filîzê re ceza hat xwestin.
 
Ceza tê xwestin
 
Serdozgeriyê îdia kir ku kiryar û çalakiyên di dosyayên yek kirî de "sûcê endamtiya rêxistinê" ye û xwest ku Filiz bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ji 7 sal û 6 meh heta 15 salan bi cezayê girtîgehê bê cezakirin.
 
Parêzerê Filiz Sertaç Buluttekin ji bo parastina xwe ya li dijî mutalayê dem xwest.
 
 Heyeta dadgehê daxwaza demê qebûl kir û danişîn taloqî 29'ê Nîsanê kir.