Qurbaniyên erdhejê li Berlînê hatin bibîranîn

  • 09:35 7 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Elmanya Berlînê, kesên ku di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.
 
Bi pêşengiya FEDA, MARDEF û Jinên Elewî yên Demokratîk girseya gel li Brandenbûrger Tor li hev kom bû û kesên ku di 6'ê Sibata 2023'an de li Mereşê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anî.
 
Çalakiya bîranînê bi Gulbangê destpê kir. Pîr Alî Koçak anî ziman ku ne erdhejê lê belê karsazên çavbirçî, muteahît û şaredar bûn sedema mirina mirovan.
 
Hate destnîşankirin ku ji mirina mirovan rejîma AKP-MHP a rantxur berpirsyar e û hate gotin, "Piştî erdhejê alîkarî hatin astengkirin. Nasname û baweriyên gelên li herêmê timî rastî komkujiyên aqlê dewletê hatin. Ev polîtîkayên komkujiyê hîn jî dewam dikin."
 
Pîr Cemal ê ji Ocaxa Sînemîllîoglû jî diyar kir ku pirsgirêkên li herêmên erdhejê hîn jî dewam dikin û berpirsyarê vê yekê jî diyar in.