Rojnameger Dîcle: Hîna hemû esman reş nebûne divê civak bê ronîkirin!

  • 09:06 7 Sibat 2024
  • Rojane
 
Zelal Bîlgîn
 
ENQERE - Rojnameger Dîcle Muftuoglu ku li Girtîgeha Sîncanê girtiye geşedanên dawî nirxand û got: “Hîna ku ewrên reş hemû esman reş nekiriye divê rojnameger bi weşanên xwe binpêkirin û dijhiqûqiyan bibîne, civakê ronî bikin.” 
 
Dîcle Muftuoglu di 29’ê Nîsana 2023’yan de hat binçavkirin û 15 saetan destê wê kelepçekirî di rîngê de birin Enqereyê, piştî 4 roj binçavkirinê şûnde di 3’yê Gulanê de Roja Azadiya Çapemeniyê de hat girtin. Dîcle 10 meh in li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye. Zelal Bîlgîn a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê girtî ye, bi Dîcleya re derbarê zextên li ser rojnamegeran, pirsgirêka kurd, tecrîd û hincetên hemûyan axivî. 
 
* Li ser çapemeniyê zextên cidî hene. Hûn di bin van zextan de ne. Sedema van zextan çi ye?
 
Êriş tenê bi Tirkiyeyê sînor nînin. Li her qadan wekhevî û bindestî heye zext hene. Li Tirkiyeyê ji dîroka avabûna wê heta niha rewşek wisa mijara gotinê ye. Ji bo serdestiya welat bê parastin ew dest bi xistina heqîqetê dikin. Dîroka 100 salî wisa hatiye meşandin. Rojnameger jî ji ber berpirsyariya pîşeya xwe tevgeriyane û her tim bûne hedefa desthilatdariyê. Kevneşopiya çapemeniya azad 30 sal zêdeye heqîqeta vî welatî ragîhandiye û di serî de pirsgirêka kurd ji hemû pirsgirêkan re bûye ronahî. Ji 50’yî zêdetir şehîdên wê hene. Buroyên wê hatin bombekirin. Li ser wê zextên mezin hatine kirin. Her tim desthilatdariyên cuda de ev zext bi teşeyên cuda berdewam kiriye. Dema AKP’ê de jî ev bi guherî teşe berdewam kiriye. Rojnameger her tim hedef hatine girtin. Hele ku mijar bûn jin, kurd û berxwedêrên azadiyê zext zêdetir bûne.
 
* Tevî hemû şertan hûn pîşeya xwe îcra dikin. Çavkaniya motivasyona we çiye?
 
Pîşeya rojnamegeriyê ji bo kes dibe teşeyê jiyanê. Li ku dibin bila bibin bi çavê nûçeyê li her tiştî dinêrin. Şertên zehmet bêguman bandor li pîşeyê dike. Di şertên giran de çêkirina nûçeyê xwe gîhandina çavkanî û weşandin zehmet dibe. Lê dema ku dil bixwaze rastiyê heqîqetê ragihîne her derfet tê afirandin. Girtîgeha em lê ne veguheriye navenda îşkenceyê. Ji ber van şertên tecrîdê mirov xwedî agahiyên kêm bin jî mirov berpirsin agahiyan ji civakê re ragihînin. Berxwedana 30 salî ya kevneşopiya çapemeniya azad her tim ji bo heqîqetê ragihîne bedel bi canê xwe dane. Ji ber vê dikarim bêjim ku hemû rojnamegerên canên xwe dane holê çavkaniya motivasyona min in. Ez li vir carek din Gurbetellî Ersoz, Mûsa Anter, Yilmaz Yakut, Nagîhan Akarsel, Denîz Firat û gelekên din bi bîr bînim.
 
* Sûcên li hember we tên îdiakirin çine? Hûn dikarin pêvajoya girtina xwe vebêjin?
 
Îdianameya der barê min de ji rojnamegerên kurd yên din cudatir nîne. Polîs-daraz dibêje çima tu rojnamegeriyê dikî. Ya rast dixwazin ji ber ez rojnamegeriyê dikim min ceza bikin. Du aliyê hiqûqî yê îdianameyê tuneye. Zextên li ser rojnamegeran di sala dawî de veguheriye operasyona girtinê. Salekê de ez jî nav de zêdetirî 30 rojnamegerî hatin girtin. 29’ê Nîsanê de li amedê hatim binçavkirin û 15 saetan bi awayekî kelepçekirî ez di rîngê de birim Enqereyê. Piştî 4 roj binçavkirinê 3’yê Gulanê de Roja Azaiya Çapemeniyê de hatim girtin. Dozger û dadgeran parastina me guhdar nekirin. Biryar ji zûde hatibû dayîn. Îdianame jî ji xwe aliyekî cuda yê dijhiqûqiyê ye. Ev 9 meh in jî ez girtî me.
 
* Binpêkirinên mafan yên li girtîgehê ji aliyê wek ve gelek carî hat vegotin. Niha hûn çi dijîn?
 
Yek ji qadên em nûçeya wan çêdikin girtîgeh in. Di alî girtina gahiyan de me pirsgirêk dijiya. Dema ez hatim girtin min rewş pir zelal fêm kir. Tiştên ji derve dihatin dîtin, em bi dehan katî li vir dijîn. Ji ber vê ragîhandina agahiyan nabe. Em bên binpêkirinên mafan. Bi jimartinê naqedin. Ji xwe girtin û hepskirin bi tena serê xwe işkenceye. Ferzkirina kelepçeye, tuhesibandina mafê tenduristiyê, astengkirina hewcedariyê esas, danîna kotayê, serdegirtinên koxuşan û nêzîkatiyên kêfî yên gardiyanan. Li ser me gelek binpêkirinên mafan hene.
 
* Li girtîgehan ji 27’ê Mijdarê de bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgisrêka kurd re çareseriya siyasî" grevên birçîbûnê didomin. Hûn der barê vê de çi dibêjin?
 
Bi salane girtîgeh li dijî pêvajoyên krîtîk têkoşînê dimeşînin. Dengên xwe ji nav çar dîwaran dane bihistin. Grevên birçîbûnê yên îro berdewama vê ye û rayagiştî ya demokratîk a derve jî dike tevgerê. Di vî alî de pêngavek pir girîng e. Dirûşmeya wê jî gelek aşkera ye. Ez wek rojnamegereke ku 15 sale li qadê dixebitim û bi nasnameya xwe kurdbûnê dibînin, tablo vê nîşanê me dide. Tecrîda li ser Birêz Ocalan Tirkiyeyê roj bi roj ber bi tarîtiyê ve dibe. Ev 10 sale bi polîtîkayên "ewlehiyê" riya çareseriyê venabe. Di 2013-2015’an de pêvajoya diyalogê hebû. Di wê pêvajoyê de jî hat dîtin ku ev tenê bi rakirian tecrîdê nabe û divê şert û mercên ku Abdullah Ocalan di nokteya çareseriyê de rola aktîf bilîze hebe. Ji bilî paradîgma Birêz Ocalan pêşniyara çareseriyeke demokratîk a din tuneye. Ji ber vê her du dirûşme raste rast girêdayê hev in.
 
* Hestên we yê niha çi ne hûn dikarin vebêjin?
 
Tevlibûna pêvajoyek wisa girîng û kelecaniye. Sedema girtina her siyasetmedar, rojnameger, welatî û muxalîfan polîtîkayên neçareseriya pirsgirêka kurd e. Ev jî çavkaniya xwe ji polîtîka tecrîdê digire. Pirsgirêk jî her diçe mezin dibe. Di pêvajoyek wisa de di çalakiyê de cih girtin tê wateya xwedîderketina li çapemeniya azad, demorkasiyê, azadiyê û jiyana jinê, pêşeroja ciwanan.
 
* Bandora tecrîdê li ser polîtîkayên tên diyarkirin heye gelo? Ev bandor çi ne?
 
Di hemû navenda polîtîkayên Tirkiyeyê de tecrîd heye. Ji hewaya em digirin heta krîza aboriyê, ji kuştinên jinan heta polîtîka newekhevî, çirava hişbir û fuhuşê, zextên li ser çapemeniyê, tunekirina azadiya fikr û ramanê, qetilkirina xwezayê, qedexekirina qadên hunerê. Bandor li hemû qadên jiyanê dike. Her tişt li ser polîtîka tecrîdê tê diyarkirin.
 
* Peyameke hûn bidin derve heye? Hûn ji bo hevpîşeyên xwe dixwazin çi bêjin?
 
Em girtîne lê polîtîkayên desthilatdarî her diçe Tirkiyeyê vediguherîne girtîgehê. Em bi têkoşînek hevpar dikarin van polîtîkayan hilweşînin. Ez bang li hemû rojnamegeran dikim ku binpêkirinên mafan yên girtîgehan binivîsin û daxwazên girtiyan bidin xuyakirin. Sedema kaos û aloziyan bêdengiye. Di van rojên ku xistina parlamenteriya Can Atalay, binpêkirina Destura Bingehîn tê nîqaşkirin de, divê bê dîtin ku desthilatdarî ji kesên li dijî polîtîkayên li hember kurd û jinan bêdeng dimîne hêzê digire. Ji ber vê jî hîna ku ewrên reş hemû esman reş nekiriye divê rojnameger bi polîtîka weşana ku binpêkirin û dijhiqûqiyan bibîne, civakê ronî bikin.