‘Ramanên Abdullah Ocalan hêviyê dide mirovan’

  • 09:05 7 Sibat 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Endama Komîteya Piştevaniya Kurdistanê Sarah Glynn, diyar kir ku divê tecrîda li hember Abdullah Ocalan bê şermezarkirin û got: "Kesên ku xwedî rayene ku zextan li Tirkiyeyê bikin di alî ehlaqî de îflas kirine. Ji bo kapîtalîstên Amerîkayê Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd xetereyek mezin e.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployeke ji Kenyayê revandin Tirkiyeyê û dîl hat girtin. Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê tê girtin. Di komploya navneteweyî de  gelek hêzên emperyal û dewletên di NATO’yê de cih digirin hene.  Di van 25 salên derbasbuyî de li Rojhilata Navîn şerekî ku bê navber dimeşe heye. 
 
Bi wesîleya nêzikbûna salvgera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li seranserê Ewropayê û cîhanê çalakiyên ‘Ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ didome. Endama Komîteya Piştevaniya Kurdistanê Sarah Glynn ku di xebatên kampanyayê û pêngavê de cih girt pêvajo nirxand.
 
Îflasa ahlaqî
 
Sarah da zanîn ku dema mirov li siyaseta şer û qirkirinê ya li cîhanê dinerin, tecrîda li ser Abdullah Ocalan mirovan matmayî nahêle û got: “Ev îflasek ehlaqiye. Tecrîdeke ku hezar roj derbas kiriye mirovan şok bike jî ne matmayî ye. Li ber çavê hemû cîhanê qirkirinek tê jiyîn, lîderên behsa hiqûq û mafê mirovan dikin, ji bo vê bidin rawestandin tu tiştekî nakin. Di Pêvajoyeke wisa de gelo em ê çawa li dijî tunehesibandina qanûnên esas yên mirovahiyê matmayî bimînin? Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê şermezarkirin lê, kesên di vê mijarê de xwedî rayene ku zextan li Tirkiyeyê bikin, di alî ehlaqî de îflas kirine.”
 
‘Li dijî NATO’yê rabûn û rê pêşkêşkirin’
 
Sarahê destnîşan kir ku mudaxaleya li dijî Rêberê PKK’ê, bi armanca gava ewil a ‘Projeya Rojhilatê Navîn a Mezin’ a DYA’yê û bi armanca berjewendiyên kapîtalîstan hatiye kirin û wiha dirêjî daye: “Tevgera Azadiya Kurd wek xetere hat dîtin. Tiştên DYA’yê kir, ji bo berjewendiya kapîtalîst elitan bû.Di pewerdehiya li Ewropayê didin me de dibêjin Amerîka hêza k li cîhanê başiyê diafirîneye. Lê ger ku em bi zanibin ku bi rastî cîhan çawa tê birêvebirin, meye ew tiştên fêr kirine bavêtana çopê. Ji bo kapîtalîstên Amerîkayên Abdullah Ocalan û tevgera Kurd xetereyek mezin tê dîtin. Ji ber li dijî NATO’yê derketin û riyeke cuda pêşkêş kirin.”
 
Hêzan tiştên hêvî dikir nedîtin
 
Sarahê daxuyakirin ku NATO û emperyalîstan Tevgera Kurd bi xeter dîtine û xwestine bi komployê tasfiye bikin lê negihiştine serkefitinê.  Sarahê anî ziman ku hêzên emperyal tiştên ku hêvî dikirin nedîtin. 
 
‘Pêngav li her derê cîhanê tê meşandin’
 
Sarahê bakişand ser xebatên pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya ji 10’ê Cotmehê de ye didomînin û got: “Ez di nobetên li Strasburgê û bi taybet jî li ser malpera web a nobetê ‘www.ocalanvigil.net' xebatê dimeşînim. Em çalakiyên protestoyî dimeşînin. Pêngavê niha Ewropa derbas kiriye û li her çar alî cîhanê tê meşandin. Ev jî hêviyê dide mirovan.”