Parêzer Ozum Vurgun: Divê gel xwedî li îradeya xwe derkevin

  • 09:03 7 Sibat 2024
  • Rojane
 
AMED - Parêzer Ozum Vurgun beriya hilbijartinên herêmî der barê faliyetên veguhestina hilbijêran ya AKP’ê ku ya ji bo bajarên Kurdistanê nirxandin kir û daxuyakirin ku divê rewşê de rêbaza herî bi bandor a têkoşînê xwedîderketina li îradeyê ye.
 
Ji hilbijartinên 31’ê Adarê re du meh man. Partî li aliyekî namzetên xwe diyar dikin li aliyê din jî xebatên xwe dimeşînin. AKP’ê bi veguhestina hilbijêran a ji bo bajarê Kurdistsnaê dest bi xebatan kir. Vê jî nîşan da ku AKP çawa hilbijartinan pêşwazî dike. Piranî kesên tên veguhetsin jî leşker û polîsin. DEM Partiyê li dijî vê îtîraz kir lê îtîraz hat redkirin.
 
Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Ozum Vurgun der barê mijarê de axivî.
 
‘Leşker û polîsan dibin herêmê’
Ozumê daxuyakirin ku veguhestina hilbijêran tê wateya qanûnîkirina pratîka qeyûman û got: “Ev bi hinceta ewlehiya hilbijartinê tên kirin. Bi vê pêkanînê îradeya hilbijêr tê tunekirin. Qanûna hejmar 298 heye. Di 32’emîn xala qanûnê de tê gotin ku divê kutuk, navnîşansa hilbijêr esas bê girtin. Ji ber qed navnîşanê esas digirin navnîşana kesan rojeviye. Di heman qanûnê de îbareyên pewyirdarkirina ji bo demekê û navnîşana ji bo demekê heye. Ev jî nîşan dide ku em di garabeteke hiqûqî ya çawa de ne. bi peywirdarkirinên ji bo demekê û îkametgahên ji bo demekê leşker û polîsan vediguhezînin.”
 
‘Ya binpêkirinan dike wezareta karê hundir e’
 
Ozumê bi lêv kir ku nelêrêtiyên der barê hilbijartinê de bi awayekî kordîne tên kirin û wiha daxuyand: “Yên lêkolîn û binpêkirinê dike wezareta karê hundir e. Yên peywyridarkirinê dike, yên hewl dide xizmet ji bo wir bê dayîn û agahî dide YSK’ê wezareta karê hundire. Binpêkirinên dikin bi dehan carî ji wan hat pirsîn. Lê ji ser wezaretê ev dijhiqûqî dertê holê. Midûriyeta nifûsê agahiya ji wezareta karê hundir digire dide YSK’ê. YSK jî ji bo vê erê bike diçe wezareta karê hundir. Encamê de jî binpêkirinê tê kirin.”
 
‘Deng hatine veguhestin’
 
Ozumê daxuyakirin ku li gorî xala 79’an a Destura Bingehîn bi tu awayî riya îtîrazkirina biryarên ku YSK’ê dane tune ye û ev biryarên teqezin. Ozumê anî ziman ku hiqûq li dijî vê bê bandor dimîne û got: “Riyeke çareseriyê namîne. Di bin navê peywirdarkirinên ji bo demekê de deng tên vegotin û hewl didin bi vê pêkanînên ferqa navbera du partiyan de bê girtin. Ev jî nîşan dide ne tiştekî heqîqetiye û lîstikek şanoyê ye.”
 
Hilbijêrên veguhestine Amedê
 
Ozgumê diyar kir ku li hinek navçeyên Amedê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de, hibijartinên 14’ê Gulana 2023’ û 31’ê Adarê bi naneyan aşkera kir û got: “Li Gelê di 2019’an de  hejmara hilbijêran 14 hezar û 592 bû, di 14’ê Gulana 2023’an de 14 hezar û   232 ye. Yanî 300 kêm bûye. Di 2024’an jî derketiye 16 hezar û 124’an. Li Hezro di 2019’an de hejmara hilbijêran 10 hezar û 101 bû, di 14ê Gulana 2023’an de 10 hezar û 33 bû. Dîsa kêm bûye. Li Pasûrê di 2019’an de hejmar  22 hezar û 904 e. Di  hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi giştî hejmara hilbijêran 23 hezar û 21 e. di 2024’an de 26 hezar û 221 e. Li hemûyan 2 hezar zêdebûn heye."
 
‘Em ê li dijî van nelêrêtiya bin’
 
Ozumê wiha dawî lê anî: “Yekane tişta divê em bikin, parastina sindoqan e. Divê her hilbijêr sindoqa xwe biparêze. Banga me ev e. Em li dijî îradeya xwe bisekinin em ê sindoqê xwe biparêzin. Divê her kes xwedî li dengên xwe û sindoqan derkevin. Divê  partî muşahîdên xwe amade bikin. Em her kesî xwendiyê xwedî derketina li sindoqan dikin.”