ROJEVA 7'Ê SIBATA 2024'AN

  • 09:00 7 Sibat 2024
  • Rojev
 
*Endama Komîteya Aboriya Jin a taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê Zeyneb Ehmed ji ajansa me re da zanîn ku armanca projeya wan a çandiniyê, ji bo biserxistina aboriya taxê ye û wiha got:"Taxa Şêxmeqsûdê 6 sal in  di bin ambargoyê de ye. Ev ambargo ji gelek aliyan ve bandorê li ser taxê dike. Ya herî girîng jî bandorê li ser beşa aborî dike. Ji bo em jî aboriya taxê ji nû de rakin em dixebitin. Ji bo demên pêş em ê projeyên xwe yên çandiyê berfireh bikin." DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Ozum Vurgun beriya hilbijartinên herêmî der barê faliyetên veguhestina hilbijêran ya AKP’ê ku ya ji bo bajarên Kurdistanê nirxandin kir û daxuyakirin ku divê rewşê de rêbaza herî bi bandor a têkoşînê xwedîderketina li îradeyê ye. DÎMEN HEYE
 
* Endama Komîteya Piştevaniya Kurdistanê Sarah Glynn, diyar kir ku divê tecrîda li hember Abdullah Ocalan bê şermezarkirin û got: "Kesên ku xwedî rayene ku zextan li Tirkiyeyê bikin di alî ehlaqî de îflas kirine. Ji bo kapîtalîstên Amerîkayê, Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd xetereyek mezin e.”
 
Rojnameger Dîcle Muftuoglu ku li Girtîgeha Sîncanê girtiye geşedanên dawî nirxand û got: “Hîna ku ewrên reş hemû esman reş nekiriye divê rojnameger bi weşanên xwe binpêkirin û dijhiqûqiyan bibîne, civakê ronî bikin.” BI DÎMEN 
 
*Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, bal kişand ser modela rêveberiya herêmî, pergala hevserokatiyê û rêveberiya xweser û got: "Em bi nêrîn û hişmendiya jinê nêzî rêveberiya herêmî dibin. Em ê bi jin û ciwanan bajarê xwe bi rêve bibin û em ê 14 şaredariyên xwe bi dest bixin." BI DÎMEN 
 
*Endama MYK a SGDF’ê Sînem Çelebî da zanîn ku ji bo piştgiriya girtiyên ketine greva birçîbûnê dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan kirine û got divê hemû sosyalîst û şoreşger deng bidin grevên birçîbûnê.  BI DÎMEN 
 
* Dayikên Silopiyê, destnîşan kirin ku ew jiyaneke azad dixwazin û gotin: “Meşa Mezin a Azadiyê ji bo kurdan bûye ronahî. Mifteya azadî û çareseriyê di destê Birêz Ocalan de ye." BI DÎMEN