Komploya Navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat protestokirin

  • 22:44 6 Sibat 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Di daxuyaniyan de peyama wê dîwarên Îmraliyê hilewşînin û Abdullah Ocalan azad bikin hatin dayîn. 
 
Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê  ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cur bi cur hat şermezarkirin. 
 
Kobanê
 
Konga Star û Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Qinê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî meşek li dar xist. Meş li pêşiya Meclisa Navçeya Qinê dest pê kir û li ber stasyona Îsmaîl Ebdo rawestiya û veguherî mitingê.
 
Di mitingê de endama Kongra Star Fetûm Oso axivî û got: "Dema ku komplo li dijî Rêber Apo dan meşandin gotin ku em ê Kurdan tune bikin. Ev komploya li dijî Rêber Apo bi destê dewletên desthilat bû. Wê demê gotin çawa me li geliyê Zîlan û şerê Dêrsimê, ermenî û suryanî tune kirin em ê vê sedsalê kurdan jî tune bikin. Lê berovajî vê jî partiya me partiyeke bi hêz û berxwedaneke mezin raber kirin."
 
Fetûm di dawiyê de got: "Me hêza xwe ji Rêber Abdullah Ocalan girtiye, me raman û felsefeya xwe ji Rêber Apo girtiye. Em ê her tim têkoşînê bilind bikin heta azadiya Rêber Apo misoger bikin."
 
Eyn Îsa 
 
Li Eyn Îsayê jî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Girê Spî bi beşdariya bi dehan şêniyên navçeya Eyn Îsayê semînerek da.
 
Di serî de heveroka PYD'ê ya Girê Spî Bêrîvan Îsmaîl der barê qonaxên jiyana Abdullah Ocalan û rewşên siyasî yên ku tê re derbas bûye de axivî.  Bêrîvan Îsmaîl wiha domand: "Têgiha Rêbertî dûrxustina têgihên mêtinger û vegerandina adet û kevneşopiyên resen ên biratî û pirrengiya gelan bû. Bi saya wî û bi rêya Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ku wî tev hevalên xwe damezirandine, wî pêvajoya rizgariya fikrî dest pê kir. Dewletên desthilatdar di serî de Tirkiye li ser tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê li hev kirin. Di encamê de jî wan komployek li dijî Abdullah Ocalan hûnandin û di encama wê de di 15'ê Sibata 1999'an de ew hat girtin.”
 
Meclisa kantona Girê Spî heman semîner li gundê Curn û Hêşe li dar xistin û tê de komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di kampên koçberên Girê Spî de şîrove kir.
 
Qamişlo
 
Girêdayî heman mijarê, Meclisa Navçeya Tirbespiyê a kantona cizîrê semînerk ji şêniyan re li dar xist. Semîner li hola PYD`ê bi beşdarbûna şênî, endamên saziyên civaka sivîl li dar ket. Li ser navê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Hisên Omer axivî û komploger şermezar kir.
 
Hisên Omer bal kişadan ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker xwest di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de tevgera azadiyê tune bike. Lê belê bi saya fikr û felesfeya Rêber Ocalan em îro li ser piya ne."
 
Di heman çarçoveyê de Kongra Star a navçeya Tirbespiyê li parka Kongra daxuyaniyek da û komplo şermezar kir. Her wiha saziyên sivîl ên navçeyê dest bi çalakiya xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan kirine ji bo ku fikr û felsefeya wî bidin nasandin.
 
Minbic
 
Li Minbicê ji pêşiya stasyona Muhteriq meşekê dest pê kir û ber bi navenda gundê Muhteriq ê başûrê kantona Minvicê ve bi rê ket. Di meşê de bi sedan şêniyên kantonê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, meclisên sivîl û Şaredariya Gel a kantonê beşdar bûn.
 
Li wir, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Hesen El Begarî got: "Em îro li vir in da ku em banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bikin. Em ji cîhanê re dibêjin ku em ê dîwarên Îmraliyê bişikînin û Rêber Apo azad bikin."
 
El Begarî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji bo azadî û pêşeroja gelan berdêl daye û ji 26 salan de girtî ye û got: "Em nerazîbûna xwe li hember tecrîda dewleta Tirk a dagirker a li dijî  Abdullah Ocalan nîşan didin û soza domandina berxwedanê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya  Abdullah Ocalan nû dikin."
 
Tebqa
 
Li Navenda Çand û Hunerê ya bajarokê Cirniye pêşangehek li dar ket. Endamên saziyên sivîl, leşkerî, nûnerên partiyan û tevgerên jinan û ciwanan û bi dehan şêniyên bajarokê tev lê bûn.
Endama rêveberiya Yekitiya JInên Ciwan Rewda El Elî axivî û got: "Em komployê red dikin, çi pêwîst bike em ê bikin û Rêber Apo azad bikin. Heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were, em ê li ser soza xwe bin.
 
Şehba
 
Meclisa Edaletê ya Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî û tecrîda li ser Abdullah Ocalan civînek li navenda xwe ya li gundê Til Sûsnê li dar xist.
 
Endamên meclis û desteyên kantonê tevli civînê bûn. Endamên Meclisa Edaletê Evîn Hec Hemo û Îbrahîm Mistefa civîn bi rêve birin.
 
Di civînê de bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî li hember tecrîda li ser Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.