Li DEM Partî ya Stenbolê bernameya 6’ê Sibatê

  • 19:50 6 Sibat 2024
  • Rojane
STENBOL-  Li Rêxistina DEM Partî ya Stenbolê der barê salvegera erheja 6’ê Sibatê  bernameya bîranînê pêk hat û di bîranînê de hat diyar kirin ku desthilatdariyê gel terkî mirinê kiriye û daxwazên erdhejzedeyan nehatine çareserkirin.
 
Li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê ji bo kesên di erheja 6’ê Sibatê d ejiyana xwe ji dest dane daxuyanî hat dayîn. Saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û parlamentera DEM Partî ya Stenbolê Ozgul Sakî û  endamê  Lijneya Rêveber a Navendî y aDEM Partiyê Musa Pîroglu tevli bûn.
 
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Rêvebera DEM Partî ya Kadikoyê Zeynep Dogu Erboga daxuyanî xwend. 
 
Zeynebê di daxuyaniyê de diyar kir ku di erhejê de bi hezaran kes mirine û gelek welatî bê mal mane gelek zarok winda bûne. Zeynebê bi lêv kir ku desthilatdariyê gel terkî mirinê kiriye û welatiyên herêma erhejê ji aliyê desthilatdariyê ve tenê hatine hiştin.
Zeynebê di dawiya axaftina xwe de got di erheja hatiye jiyîn de rejîma yek mêrî hêz û kapasîteya herêmî têk biriye û hemû sazî bêyî destura qesrê gavê navêjin. Zeynebê dawia axaftina xwe de got divê derfetên dewletê ji bo civak û jiyanê bên seferberkirin û got hewce bi ferasetek ekolojîk heye.
 
Piştî daxuyaniyê bername bi pêxistina findan bidawî bû.