'Em ê bi piştevaniyê birînên xwe derman bikin'

  • 16:41 6 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegera erdhejên 6’ê Sibatê ku navenda wan Mereş bû, li gelek bajaran çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin û wiha hate gotin: “Em ê piştevaniyê mezin bikin, êşên xwe parve bikink û birînên xwe bi hev re derman bikin.” 
 
Bi boneya yekemîn salvegera erdhejên 6’ê Sibatê ku navenda wê Mereş bû, li Îzmîr, Stenbol, Enqere, Amed, Dêrsim, Êlih, Riha, Edene û Çewligê jî çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn. 
 
Riha
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê bi boneya salvegera erdhejên 6'ê Sibatê li Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a li navçeya Halîliyeyê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Me ji bîr nekir, ne felaketê ji îxmalê milet mir” hate vekirin. Li ser navê platformê Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Rihayê Ferhat Demîr metna hevpar a çapemeniyê xwend. 
 
Ferhat Demîr, diyar kir ku felaket ji ber îxmalkariyê pêk hatiye û got ku daneyên têkildarî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, rastiyê nîşan nadin. Demîr, diyar kir ku berpirsiyariya vê wêraniya mezin bi tenê karsazên înşatê nînin û got: “Berpirsyar ew kesên ku nirx nadin mirovan e.” 
 
Piştre Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî axivî û diyar kir ku tevî salek bi ser erdhejê re derbas bûye jî pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin û ev tişt gotin: “Em ê hesaba erdhejê ji rayedarên hikûmetê bipirsin. Divê berpirsyariyên hemû saziyên ku tevdîr negirtinê bên eşkerekirin û hesab ji wan bê pirsîn."
 
Bi heman boneyê Nûnertiya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Wêranşarê çalakî li dar xist. Endamê Şaxa SES'ê ya Wêranşarê Vedat Sarioglû metna daxuyaniye xwend. 
 
Hatay 
 
KESK’ê jî bi heman boneyê li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê ku 14 xebatkarên tenduristiyê jî di nav de bi giştî 80 kesan li wir jiyana xwe ji dest dabû daxuyanî da û qurbaniyên erdhejê bi bîr anî. Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî ji ewil endamê MYK’a KESK’ê Erdal Karakuş axivî û got ku hêj jî birînên erdhejê nehatine pêçandin. 
 
Hevseroka Nûnertiya SES’ê ya Îskenderûnê Nalan Nacar jî da zanîn ku tevî rapora “ji bo erdhejê saxlem nîne” jî ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê tevdîr nehatine girtin û bûye goristana 80 kesan. Bi domdarî Nalan ev tişt anî ziman: “Berpirsyarên sereke yên vê wêraniyê ew in ên ku keda mirovan bênirx dikin û vê yekê li civakê ferz dikin in.” 
 
Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Îskenderûnê Mûstafa Unsal jî got ku di erdhejê de ne avahî lê pergala perwerdeyê di bin kavilan de ma ye. 
 
Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn qadê. 
 
Her wiha Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban jî li Taxa Mûstafa Kemal a navçeya Îskenderûnê li konê Dilxwazên Erdhejê û parastvanên mafan re hate gel hev. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Kuçukbalaban, di çalakiyê de wiha got: “Ne karesata sedsalê lê bêberpirsyartiya sedsalê, terkexemiya sedsalê bû.” 
 
Edene 
 
Baroya Edeneyê jî di yekemîn salvegera erdhejê de li Eywana Parêzeran a Edliyeya Edeneyê merasîma bîranînê li dar xist. Serokê Baroyê Semîh Gokayaz û Sekreterê Giştî yê TBB’ê Velî Kuçuk, Serokê Baroya Mêrsînê Gazî Ozdemîr, rêveberiya baroyê û gelek parêzer tev li bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre Gokayaz axivî. Gokayaz, da zanîn ku 5 hempîşeyên wan di erdhejê de li Edeneyê jiyana xwe ji dest dane. 
 
Her wiha Lijneya Rêveberiya Navendî ya Odeya Endezyaran a Edeneyê jî daxuyanî da. Serokê odeyê Eyup Muhcu di daxuyaniyê de got ku feraseta ku plansaziyê ku rantê esas digirin li bajarên wan rê li ber karesatên mezin vekiriye û banga bidawîkirina vê polîtîkayê kir. 
 
Amed 
 
Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê û Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) jî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de rapora beriya erdhejê û piştî erdhejê hate parvekirin. Di raporê de kêmasiyên heyî hatin vegotin û hat gotin ku li Amedê di erdhejê de 414 kesan jiyana xwe ji dest dan.e her wiha hate gotin ku li seranserî bajar 6 hezar û 77 avahiyên bixesar hene.