Li Amedê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn

  • 16:20 6 Sibat 2024
  • Rojane
 
AMED - Kesên ku di erdheja 6'ê sibatê de jiyana xwe ji dest dan li Amedê li ser gorên xwe hatin bîranîn. Di bîranînê de wiha hat gotin, "Ji ber ku hesap nehat dayîn şîna me bi dawî nabe."
 
Di ser erdheja 6'ê Sibatê re ku navenda wê Bazarcixa Mereşê bû, salek derbas bû û erdheja ku pêk hat bandor li 11 bajaran kir.  Li gorî daneyên fermî zêdeyî 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, bi beşdariya Platforma Parastin û Piştevaniya Bajarê Amedê, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), nûnerên partiyên siyasî, Tevgera Jinên Azad (TJA) hatin bîranîn. 
 
'Şîna me bi dawî nabe ji ber ku hesap nehat dayîn'
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê ya DEM Partiyê Serra Bucak ku li goristanê axaftinek kurt kir, diyar kir ku wan windahiyên giran dan û got, "Êş û hêrsa me hemûyan mezin e.  Ji malbatan re sersaxiyê dixwazim. Hevrêya me Melîke têkoşera azadiya jinê bû.  Ez di şexsê wî de kesên di erdhejê de li  Amedê jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim. Ji ber ku hesap nehat dayîn şîna me naqede. Em soz didin xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane. Em ê bi biryar ji bo maf, hiqûq û demokrasiyê têbikoşin." 
 
'Em vê êşê ji bîr nakin'
 
Hevserokê Rêberiya Komeleya Afetê ya Amedê Şerefhan Aydin jî got, "Divê em vê hersê ji dilê xwe dernexînin. Hin hevalên me ku ji bo jiyana azad têkoşînê didin zû ji nav me koç dikin. Ez van hevalan hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim.ç Em vê êşê ji ber nakin. Ji her kesên ku ximên wan jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazim."
 
Bernameya bîranînê bi qurnefîlên ku li ser goran hatin danîn bi dawî bû.