Nobeta Edaletê ya li Mêrsîn û Edeneyê dewam dike

  • 16:05 6 Sibat 2024
  • Rojane
 
MÊRSÎN/EDENE - Nobetên Edaletê yên li Mêrsîn û Edeneyê bi serdanan gelek kesî dewam kirin. 
 
Li Edeneyê, Nobeta Edaletê bi pêşengiya ATUHAY-DERê, di roja 65'an de dewam dike. Di çalakiyê de Dayikên Aştiyê cihê xwe girtin. Dayika Aştiyê Cevahir Temel da zanîn ew naxwazin tu kes di pevçûnan de jiyana xwe ji dest bidin. Cevahirê got ji bo edalet were divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe. 
 
Mêrsîn
 
Li Mêrsînê jî, “Nobeta Edaletê”, bi pêşengiya Çukurova TUAY-DERê, di roja 65’an de dewam dike. Li vir Dayikên Aştiyê daxwazên xwe anîn ziman.