Di Nobeta Edaletê de meşvanên azadiyê hatin silavkirin

  • 16:03 6 Sibat 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê dewam dike. Kesên hatin serdana nobetê daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê îro jî bi serdana gelek kesan dewam kir. Dengbêj Hacer, endamên Komeleya Huner û Çandê ya Qoserê çûn serdana nobetê. Kesên tevli çalakiyê bûn bal kişandin ser "Meşa Azadiyê ya Mezin " û salvegera erdheja di 6'ê Sibata 2023'yan de pêk hat. 
 
Di Nobeta Edaletê de meşvanên azadiyê hatin silavkirin. Di çalakiyê de stran hatin gotin dirûşm hatin berzkirin.