'Heta azadiyê wê çalakî dewam bike'

  • 15:22 6 Sibat 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Di Nobeta Edaletê ya Stenbolê de hat gotin:"Em ê çalakiya xwe heta tecrîd bi dawî bibe dewam bikin. Heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe em ê çalakiya xwe bidomînin."
 
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyên Marmarayê re (MATUHAYDER) a Stenbolê, ji hêla xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin di roja 56'an de berdewam dike. Li eywana çalakiyê pankartên "Ji bo avakirina jiyaneke azad em tecrîdê têk bibin","Ji bo edaletê em tecrîdê têk bibin em ji bo aştiya civakî bibin dengê zindanan" hatin vekirin. 
 
Di nobetê de tim dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Rêxistina DEM Partiyê ya Bahçelievler, Rêxistinên navçeya Eyup û NÇM, nûnerên Komeleya Piştevanî û Çandê ya Îdirê, Rêxistina CHP'ê ya Esenyurtê û gelek welatî hatin serdana çalakiyê. 
 
Ji rêveberiya MATUHAYDER'ê Ridvan Karataş, bal kişand ser rewşa girtiyan, grevên birçîbûnê û got heta tecrîd rabe wê çalakiya xwe bidomînin. 
 
Nobetê bi tilîlî, serdan, stran, çepik û dirûşman dewam kir.