Li Elmanyayê nêzî 17 hezar zarokên keç di bin talûka sinetkirinê de ne

  • 14:56 6 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NUÇEYAN - Rêxistina mafê jinan Terre des Femmes a li Elmanyayê ragihand ku tenê li Elmanyayê nêzî 17 hezar zarokên keç di bin rîska sinetkirinê de ne.
 
Roja 6’ê Sibatê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke Roja Navneteweyî ya li dijî Sinetkirina Jinan hatiye ragihandin, diyardeyeke ku her sal bi mîlyonan jin dibin qurbanê vê diyardeyê û encamên wê qet bi dawî nabin.
 
Sinetkirina jin di sala 1989’an de ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan a Cîhanê ve hatiye qedexekirin. Li gorî peymana mafê mirovan a madeya 19 û 24’an qedexe ye zarokên keç werin sinetkirin.
 
Bi boneya rojê Rêxistina mafê jinan Terre des Femmes daxuyaniyek belav kir û hate gotin ku tenê li Elmanyayê, nêzî 17 hezar zarokên keç di bin rîska sinetkirinê de ne û got ku ew pêkanîn bi veşartî tê kirin.
 
Li gora Terre des Femmes îro li Elmanya zêdetirî 100 hezar zarokên keç û jinên sinetkirî hene û zêdetirî 17 hezar zarokên keç jî li welêt di bin rîska sinetkirinê de ne.
 
Li ser mijarê pisporê rêxistina mafên zarokan Plan International, Edell Otîeno ev agahî da; “Di 6’ê Sibatê de Roja Navneteweyî ya Dijî Sinetkirina Jinan de, ji ber rîska heyî, em dixwazin bi rêxistinên hevkar re hişmendiya derbarê sinetkirina jinan de zêde bikin. Pir girîng e ku pisporên ji sektora tenduristî û civakî (wek pîrik, bijîşkên zarokan an xebatkarên civakî) agahdar bikin.”
 
Rêjeya sinetkirina zarokên keç li welatê Elmanya heman demî de gumanan jî zêdetir dike ku li hemû welatên li Ewropa jî ev pêkanîn veşartî rû didin. Tê texmîn kirin ku welatekî din ku rêjeya sineta jin bilinde Fransa û Belçîka be, lê heya niha agahiyên zelal li ser rêjeya pêkanînê ya li wan welatan nehatine parvekirin.