'Hatiye belgekirin ku azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan hatiye astengkirin!'

  • 09:04 6 Sibat 2024
  • Rojane
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - 35 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin, derbarê mijarê de parêzer Rengîn Ergul axivî û got: "Çend AKPM bi belgeyan  aşkera kir ku azadiya Abdullah Ocalan hatiye astengkirin jî heta niha tu gavek nehat avêtin. Di vê xalê de mekanîzmaya kontrolê ya herî xurt jî rayagiştî ye. Divê raya giştî dezgehên Ewropayê kontrol bike."
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 35 meh in tu gahî jê nayê girtin.
 
Parêzer Rengîn Ergul, derbarê tecrîdê û bêhiqûqiya ku pêktê de ji ajansa me re axivî. 
 
Bêhiqûqiya li Îmraliyê 
 
Rengîn, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser rejîma Îmraliyê: "Behskirina peyva tecrîd û rejîma Îmraliyê li gorî min dê gelekî kêm bimîne. Divê peyva tecrîdê carek din bê pênasekirin. Di peymanên navneteweyî de tecrîd wek rêbazeke îşkenceyê, rêbazeke muameleya xirab tê qebûlkirin. Di peymanên Yekitiya Neteweyî (NY) û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) de jî cih digire. Di belgeyên komîteyên cuda yên NY'ê de tecrîd wek cezayê hicreyê tê pênasekirin. Bi îstisnaî tecrîd tê qebûlkirin, ev tişt heke bi sînor bê kirin, di demek kurt de bê bidawîkirin tê qebûlkirin. Ev jî hepskirina di hicreyê de tê qebûlkirin. Di peymanan de qutkirina têkiliya li derve nîne. Ji roja avakirina rejîma Îmraliyê heta îro ev rejîm di peymanên navneteweyî de wek rêbazeke îşkenceyê tê qebûlkirin. Êdî ji pênasekirina tecrîdê derketiye astek din. Îmralî ji bo Birêz Ocalan taybet hatiye avakirin. Ne li gorî qanûna Tirkiyeyê, ne jî li gorî peymanên navneteweyî ye û bê hiqûqiye."
 
Rengîn, diyar kir ku xwenegihandina Rêberê PKK'ê tê meşrûkirin û got: "Tecrîd çawa wek cezayê îstîsnaî bê qebûlkirin û hepsa hicreyê bê dayîn jî divê têkiliya ji derve neyê qutkirin. Şert û mercên hevdîtinê ya malbat û parêzeran ji holê hatiye rakirin. 35 meh jortir e agahî jê nayê girtin. Derbarê jiyana wî, tenduristiya wî de agahiyek nîne. Pergala ku em nikarin xwe bighînin cezayên disîplînê heye. Em pergala îşkenceyê di peymanan de wek cezayê ku îstîsnaî nikarin qebûl bikin."
 
'Îhlalkirina Mafê Hêviyê'
 
Rengîn, daxuyand ku li hemberî Abdullah Ocalan "Mafê Hêviyê" nayê sepandin û wiha bi lêv kir: "Mafê hêviyê li dijî îşkenceyê ye. Ev maf tê wateya tehliyebûnê. Mirov nikare nîqaşa 'Mafê hêviyê' beyî Birêz Ocalan nîqaş bike. Li Tirkiyeyê cezayê muebeta girankiri bi taybetî ji hêla dewletê vê bi hinceta ‘terorê’ didin girtiyên siyasî. Bi taybetî piştî darizandina Birêz Ocalan ket mevzuatên Tirkiyeyê. Bi taybetî li dijî serbestberdan Birêz Ocalan rêbazeke cezayê ye û ev tişt tê wateya îhlalkirina 'Mafê hêviyê'. Ji bo ku Birêz Ocalan ji 'Mafê hêviyê' sûdê negire bi salan li Tirkiyeyê nehat rojev e. Di sala 2014'an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi biryara Ocalan-2 Tirkiye mehkûm kir. Ji sala 2014'an heta niha tu gavek ji hêla Tirkiyeyê ve nehat avêtin. Lê em dibînin ku îktîdar cezayê hepsê ya girankirî li hemberî ciwanên kurd, siyasetmedar, nûnerên Gelê Kurd ên ku niha di Doza Kobanê de tên darizandin dixe meriyetê. Çend îstatîstîk nayên parvekirin jî em di nirxandinên xwe de dibînin ku cezayê muebeta giran ji bo gelek welatiyên Tirkiyeyê xetereyeke mezin e."
 
Helwesa CPT Û Konseya Ewropayê
 
Rengîn, da zanîn ku di îlona 2022'yan de CPT'ê serdana Îmraliyê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî serdana xwe CPT'ê diyar kir ku rapora xwe radestî Tirkiyeyê kiriye. Tirkiye jî rapora ku hatî radestkirin ji raya giştî re parvenekir û nexwes karbeşiyê bike. Em niha di sala 2024'an de ne û rojanebûna rapora îlona 2022'yan ji holê rabûye. Piştî vê raporê erdheja 6'ê Sibatê pêk hat û gelek mijarên din hatin rojeve. Fikarên têkildarê rewşa Birêz Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê hêj didomin. Ji bilî CPT’ê rapora xwe aşkera bike divê serdaneke nû bike an jî zextê li Tirkiyeyê bike ku saziyên sivîl û parêzer biçin serdana Îmraliyê. Ji bo rawestandina îşkenceyê CPT'ê berpirs e. CPT dikare beyî dewletên din rapora xwe aşkera bike, heke aşkera nake jî divê bersivekî bide. Di demeke nêz de Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi rayedarên CPT'ê re hevdîtinek pêk anî lê derbarê hevdîtinê de jî bersiveke şênber neda. Ligel serdanên ku li CPT'ê tê kirin, CPT çima raporên xwe aşkera nake û çima plansaziyek din a nû ji bo hevdîtinê dernaxe? Di vê mijarê de sazî û dezgehên navneteweyî û dewlet hêza xwe ya zextê li hemberî Tirkiyeyê bikar nayne. Dema borî li Meclîsa Parlamenteriyê ya Konseya Ewropayê (AKPM) derbarê îşkenceyê de deng hat dayîn û raporek hat amadekirin. Di raporê de hat diyar kirin ku Tirkiye li Îmraliyê îzolasyonê pêk tîne, biryara Ocalan-2 azadiya fîzîkî yê Birêz Abdullah Ocalan pêk nayne. Ev tişt di meclîsa parlamenteriyê ya Konseya Ewropayê hat qebûlkirin, îzalasyon û astengiya fîzîkî di belgeyan de hat qebûlkirin. Lê ne diyar e ku çi dikin û dê çi bikin."
 
Bêbandorbûna Ewropayê  
 
Rengîn, destnîşan kir ku îdiayeke Parzemîna Ewropayê ya sepandina mafê mirovan heye û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Parzemîna Ewropayê îdiaya xwe pêk nayne. Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê çi karî dike? Ango CPT'ê çi karî dike? Ji salên 90'î heta sala 2024'an hûn pergala îşkenceyê tespît dikin, pênasedikin lê çi dikin? Parzemîna Ewropayê xwe bêdandor dihêle. Di vê xalê de sazî, rayagiştî û parlamenter ne tenê yên kurd divê herkes ji bo pêkanîna mafê mirovan bibin yek deng. Mekanîzmaya kontrolê ya herî xurt jî rayagiştî ye. Divê raya giştî dezgehên Ewropayê kontrol bike. Em wek parêzer hewl didin ku dîplomasiyeke xurt pêk bînin. Em hewl didin ku li Tirkiyeyê rojevekî bidin afirandin. Îro dayik û girtî xwedî li rojevê derdikevin. Ji bilî dayik û girtiyan divê Gelê Kurd bi tevahî xwedî li vî rojevê derkevin." 
 
Bikaranîna rêbazên erzan
 
Parêzer Rengîn, destnîşan kir ku di sala 2016'an de darbeyek pêk hat û piştre OHAL hat îlankirin û KHK ket meriyetê, pergala hiqûq û darazê jî hat bêdandorkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Tirkiyeyê tu carî edaletek pêk nehat. Astengkirina parêzeran, ranegihandina cezayên dîsîplînê hwd. Bi rêbazên erzan bi salane heman tiştî dikin. Bi rêbazên wisa pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê tarûmar kirin. Parêzer beyî tecrûbeyên xwe û zanebûna xwe ya pîşeyê baweriya xwe ji piştevaniya raya giştî digire. Bi vê piştevaniyê re encameke hiqûqî digirin. 35 meh in agahî nayê girtin. Gelê Kurd Birêz Ocalan wek vîna xwe ya aştî û çareseriya pirsgirêkan dîtiye û ji ber vê jî divê ev bibe rojeva me ya parêzeran. Em ê serdanên xwe bidomînin."