ROJEVA 06'Ê SIBATA 2024'AN

  • 09:00 6 Sibat 2024
  • Rojev
 
* 35 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin, derbarê mijarê de parêzer Rengîn Ergul axivî û got: "Çend AKPM bi belgeyan  aşkera kir ku azadiya Abdullah Ocalan hatiye astengkirin jî heta niha tu gavek nehat avêtin. Di vê xalê de mekanîzmaya kontrolê ya herî xurt jî rayagiştî ye. Divê raya giştî dezgehên Ewropayê kontrol bike." BI DÎMEN 
 
*Endamên sendîkayê tiştên di salekê de li dû erdhejê derketin holê nirxandin. Endaman diyar kirin sozên hatine dayin bi cih nehatine û hîn bandora travmaya li ser gel dewam dike. BI DÎMEN 
 
*Jinên li Çigliyê li dijî tundiya li ser jinê û komkujiyên li ser jinan disekinin Koroya Deniz Poyraz ava kirin. BI DÎMEN 
 
*Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal ku li Baskê Wanê ya “Meşa Mezin a Azadiyê” a li Qers û Wanê hat destpêkirin got: “Heta ku birêz Ocalan azadiya xwe ya fizîkî bi dest nexe, em meşvanên azadiyê heta dengê bi milyonan bigihîjin hev em ê têkoşîna xwe bidomînin." BI DÎMEN 
 
*“Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji Wanê dest pê kir, meşvanên azadiyê ku diçin her rawestgehê de daxwazên xwe yên “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” tînin ziman. Meşvanên azadiyê ligel berfa dibare û sermayê meşa xwe bi biryariyek mezin didomîne. BI DÎMEN