Meşvanên azadiyê li 6 taxên Şirnexê civîn li dar xist

  • 23:11 5 Sibat 2024
  • Rojane
ŞIRNEX - Meşvanên azadiyê li Şirnexê li 6 taxan civîna gel li dar xist. Di civînan de wiha  hat gotin, "Ew jî dizanin ku ger birêz Ocalan nêrînên xwe bîne ziman dê hemû pirsgirêk çareser bibin.” 
 
Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Wanê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatibû destpêkirin di roja 5’an de li navçeya Qileban a Şirnexê bi meşê dest pê kir. Meşvan, piştre derbasî bajarokê Gundikê Melê bûn. Li vir jî berê xwe dan Şirnexê. Piştî serlêdanên esnaf û daxuyaniyan li 6 taxan civînên gel hatin lidarxistin. 
 
Di civînan de li ser armanca meşa azadiyê axaftin hatin kirin û banga mezinkirina têkoşînê li gel hat kirin. Welatiyên ku tevlî civînan bûn peyama bilindkirina dengê aştiyê hat dayîn.
 
Parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîzê ku di civîna gel de axivî, anî ziman ku gelê Şirnexê bi xweş ew pêşwazî kirine û bal kişand ser zor û zehmetiyên ku şirnexî kişandine. Salîha destnîşan kir ku tevî hemû zor û zehmetiyan û çewisandin û zextan jî ev gel xwedî li nasnameya xwe, niajda xwe û azadiya xwe derdikeve. 
 
Salîha bibîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji roja ku radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heya niha tê tecrîdkirin û got: "Çima di vê tecrîdê de ev qasî israr dikin? Çima ev qas polîtîkayên dijminane û asîmlasyonê pêk tînin? Ji lew re gelê kurd bi saya birêz Ocalan bû xwedî hêz û dest bi têkoşînê kir. Îro ro em xwedî gelek saziyan e. Em kurd têkoşîna xwe didomînin. Sedema vê tecrîda giran ev e. Desthilat naxwaze demokrasî bê Tirkiyeyê û yekîtî çêbibe û naxwaze gelê kurd bibe xwedî statu û bi zimanê xwe bijî. Lewma vê tecrîd ew qasî giran dikin û pêwendiya birêz Ocalan a bi gel re qut dikin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan ehr diçe girantir dibe. Naxwazin dengê birêz Ocalan bigihê gel. Ger birêz Ocalan baixive û hevdîtin çêbibin, em bawer dikin ku dê di warê demokrasiyê de tiştên pir xweş çêbibin. Di eşrt û mercên Îmraliyê de bi dehan pirtûk nivîsandin, pirtûkên wî belav bûn. Nivîskar û akadmeîsyen fêm kirin ku çareya krîzên Tirkiyeyê Abdullah ocalan. Li Tirkiyeyê çi qas bêhiqûqîtî hebe sedema wê neçareserkirina emseleya kurd e. Naxwazin vê meseleyê çareser bikin, lewma tecrîdê li ser Abdullah Ocalan pêk tînin. Beriya 2015'an rewşa Tirkiyeyê çawa bû, piştî 2015'an çawa bû? Li holê ye. Îro li Tirkiyeyê berberîbûnêd ixin nava gelan, aborî xera dibe. Ji lew re hemû aboriya xwe ji bo şer, ji bo tanq û topan xerc dikin. Ew bi xwe fiyetê fîşekan dibêjin. Heqê kedkaran ji bo şer û topan xerc dikin. Vî şerî li hember kê dikin? Li hember kurdan û zimanê kurdan dikin." 
 
Di çareseriya pirsgirêka kurd de muxatabê yekemîn Abdullah Ocalan e, lewma divê azad bibe" anî ziman ku ji bo vê jî dest bi meşê kirine. Aydenîzê bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ku li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin û Nobeda Edaletê ya ji aliyê xizmên girtiyan ve bi heman daxwazê hatine destpêkirin û wiha got: “Her tim dema ku siyaset li derve tê astengkirin û agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayê girtin girtî dikevin dewrê. Ji bo ku Abdullah Ocalan azad bibe û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe di greva birçîbûnê de ne. Dayikan dest bi Nobeda Edaletê kir. Parêzerên cîhanê ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin. Her kes dizane ku mifteya çareseriya pirsgirêka kurd di destê Abdullah Ocalan de ye."
 
Piştî Aydenîz Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez jî diyar kir ku Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û tu mafên wî nayên qebûlkirin û wiha got: "Ew jî dizanin ku ger birêz Ocalan nêrînên xwe bîne ziman, dê hemû pirsgirêk dê çareser bibin. Lê naxwazin pirsgirêk bên çareserkirin."
 
Onûr diyar kir ku wan ji bo gelê kurd meşek li dar xistiye û destnîşan kir ku divê her kesê ku dibêje "Ez kurd im" piştgiriyê bide vê meşê û dengê xwe bilind bike. Duşunmez bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan. 
 
Onûr bal kişand ser şert û mercên giran ên tecrîda 25 salan û got: "Eger birêz Ocalan nêrînên xwe bîne ziman dê hemû pirsgirêk çareser bibin."
 
Di civînên gel de welatiyan diyar kirin ku bilindkirina dengê aştiyê watedar e û pêwîstî bi têkoşînê heye. Ji bo aştiyeke bi rûmet jî divê tecrîd bê bidawî kirin.