Çalakvanên Nobetên Edaletê meşvanên azadiyê silav kirin

  • 17:03 5 Sibat 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Nobetên Edaletê yên bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" hatine destpêkirin de bal kişandin ser Meşa Azadiyê û banga tevlibûnê hate kirin. Çalakvanan ev peyam da: "Heta ku Rêberê me azad nebe rehetî ji bo kesê ji me nîne."
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin.  
 
Mêrdîn 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê li avahiya DBP’ê hatiye destpêkirin berdewam kir. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên ji navçeya Stewrê hatin nobet îro dewr girtin. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Mêrdînê û gelek welatî hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de stran hatin gotin û helbest hatin xwendin. Dîmenên rengîn derketin holê. 
 
Di sihbetan de beşdaran qala girîngiya grevên birçîbûnê, Nobeta Edaletê û Meşa Mezin a Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatine destpêkirin kirin. Çalakvanan ji kesên hatine serdanê xwestin ku tenê bi serdanan bisînor nemînin û li her deriyê dixin qala Meşa Azadiyê û azadiya Abdullah Ocalan bikin. 
 
Dayika Aştiyê û ji xizmên girtiyan Koçer Oncu di çalakiyê de got ku birayê wê 30 sal in girtî ye û ev tişt anî ziman: “Banga me ji bo hemû dayikan û hevalan ew e ku piştgiriyê bidin nobetê.” 
 
Ji Dayikên Aştiyê Atiye Bulgan jî bi lêv kir ku ew dixwazin li dijî tecrîdê encamekî bi dest bixin û wiha domand: “Bila azadî hebe, girtî bên berdan û ev şer bi dawî bibe. Em serkeftin û azadiyê dixwazin. Ez Meşvanên Azadiyê û girtiyan silav dikim.” 
 
Edene 
 
Nobeta Edaletê ya pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 64’an de berdewam dike. Di çalakiya ku bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê tê domandin de ji bo Abdullah Ocalan û hemû girtiyan daxwaza azadiyê hate kirin û beşdaran gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. 
 
Mêrsîn 
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) li avahiya komeleyê hatiye destpêkirin jî berdewam kir. Dayikên Aştiyê û hunermendên tev li çalakiya îro bûn daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin. 
 
Ji çalakvanên nobetê Dayika Aştiyê Maşallah Şakar got ku dê têkoşîna wan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan bidome. Nobeta Edaletê bi gotina stranan berdewam kir. 
 
Êlîh 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê ya di pêşengtiya TUAY-DER’e de hatiye destpêkirin jî di roja 5’an de berdewam kir. Çalakî li avahiya Rêxistina DBP’a Bajêr de tê domandin. Hevserokê MA TUHAY-DER’ê Mehmet Şafî Erol û endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê tev li nobetê bûn. Nobet bi gotina stranên kurdî bi awayekî bicoş berdewam kir.