Di çalakiya nobetê de ji Îmraliyê re name hat şandin

  • 15:21 5 Sibat 2024
  • Rojane
WAN – Di Nobeta Edaletê ya Wanê de xizmên girtiyan û ciwanan ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku li Îmraliyê tê girtin name şandin. 
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de Nobeda Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan, hat destpêkirin di roja 62'yan de dewam dike. Nobeda li Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hat destpêkirin îro aktivîstên TJA'yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Rêxistina DEM Partiyê ya Elbakê û gelek welatiyan serdana wê kirin. 
 
Name hat nivîsandin
 
Kesên tevli çalakiyê bûn dirûşmên “Bijî berxwdana zindanan”, “Biji Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” berz kirin. Di Nobeta Edaletê ya Wanê de xizmên girtiyan û ciwanan ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku li Îmraliyê tê girtin name şandin. 
 
Nivîsandina nameya bi dirûşma Bijî berxwedana zindanan" bi stran, çepik û tilîliyan dewam kir.