Li Sêrtê xebatên hilbijartinê dewam dikin

  • 15:16 5 Sibat 2024
  • Rojane
SÊRT - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî serdana Bazara Sewalan, Bazara Zerzewat û Herêma Pîşesaziyê kirin.
 
Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî û rêveberiya DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de serdanên xwe yên esnafan domandin. Namzetan û rêveberiya partiyê serdana Semta Bazara Sewalan, Bazara Zerzewat ya li Taxa Dogan û Herêma Pîşesaziyê ya li ser rêya Ziyaretê kirin. Gel, namzet bi çepikan pêşwazî kirin û soza piştgiriyê dan. Hevserokên DEM Partiyê yên Sêrtê Revşan Arslan û Eşref Tekîn û hevserokên navçeyan ên DEM Partiyê jî di serdanê de cih girtin. 
 
Di serdanê de namzetê hevşaredariyê yê Sêrtê Mehmet Kaysî axaftinek kurt kir û bal kişand ser lîstikên vegûhestina hilbijêran a li bajarê Sêrtê û destnîşan kir ku bi hevkariya gel ew ê vê barbariya wan têk bibin.