Nobeta Edaletê: Aştî nêz e

  • 14:19 5 Sibat 2024
  • Rojane
STENBOL - Di Nobeta Edaletê ya Stenbolê be peyama "Aştî nêz e" hat dayin. 
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) hat destpêkirin, di roja xwe ya 55’an de berdewam dike. Di çalakiya ku li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Esenyurtê berdewam dike de bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.
 
Komeleya Çand û Dostaniyê (DKDER), Rêxistinên DEM Partiyê yên Başakşehir, Zeytinburnu, Kadıkoy, Uskudarê,  ANYAKAYDER, MATUHAYDER, Komeleya Patnosê ya Sancaktepe ya Stenbolê, Komeleya Patnosê ya Stenbolê, Federasyona Patnasoê ya Stenbolê çûn serdana çalakiyê. 
 
Ji DKDER'ê Turker Demirci da zanîn ew dostên gelê kurd e û got ew ê her tim li gel doza azadiyê cih bigirin. Turker her wiha got têkoşîna li dijî tecrîdê peywira wan a mirovî ye. 
 
Fincê Akman da zanîn divê ew li zarokên xwe û li Abdullah Ocalan xwedî derkevin û got azadî nêz e. 
 
Ji jinên piştgirî da Nobeta Edaletê, Ayşe Sarihan got ew ê têkoşîna wan bi ser bikeve. 
 
Di çalakiyê de jinan lîrandin, stranên kurdî gotin û pêvajoya têkoşîna azadiya gelê kurd bi hev re parve kirin. 
 
Nûnerên Komeleya Çand û Dostaniyê jî gotin ji bo piştgiriya bi girtiyên ketine greva birçîbûnê ew di çalakiya greva birçîbûnê ya rojekê de ne.