TJK-E: Em ê sala 2024’an bikin sala azadiya Rêber Apo

  • 12:22 5 Sibat 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E’yê ji bo meşa azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku wê 17’ê Sibatê li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir û got, “Em ê deng û dilê bi milyonan bikin yek û bigihînin Rêber Apo."
 
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî da û banga tevlîbûna meşa girseyî kir ku meş wê 17’ê Sibatê li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin.
 
TJK-E ‘yê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku jinên Kurdistanî 25’emîn salvegera dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya ku bi komployeke navneteweyî revandina wî ya li girava Îmraliyê pêşwazî dikin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em dewletên ku di vê komployê de cih girtine û bi taybet jî dewleta tirk ku dijminê mirovahiyê û jinan e bi hêrs û nefreteke mezin şermezar dikin. Em destnîşan dikin ku em biryardariya xwe ya hesabpirsîna ji planger û alîgirên komploya 15’ê Sibatê ku ji bo Kurdan rojeke reş e, her roj zêdetir dikin û em soza xwe dubare dikin ku em ê sala 2024’an ji bo Rêber Apo bikin sala azadiyê."
 
TJK-E’yê bal kişand ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di hemû Komploya 15’ê Sibatê de ji bo têkbirina komplo û komplogeran her tim li ber xwe da û ev 25 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û bi pêkanînên dijmirovahî hewl tê dayîn ku Serokê Gelê Kurd bêdeng bikin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Abdullah Ocalan li dijî DYE, Îngilîstan, hêzên YE û dewleta faşîst a Tirk a ku wan sîstema Îmraliyê ya tecrîd û êşkenceyê ava kiriye, berxwedaneke dîrokî  ava kiriye.
 
Rêber Apo afirînerê têkoşîna azadiya jinan e
 
Li ser bingeha  “AZADIYA RÊBER APO, PÊNGAVA JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERIYA SIYASÎ ” ku ji bo têkbirina pergala Îmraliyê û azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin, li her çar perçeyên Kurdistanê, li girtîgehan û li qadên têkoşînê yên derve çalakiyên dijwar tên lidarxistin. Jinên Kurd, ciwan û dostên gelê me bi paradîgmaya Serok Apo re bûne yek û li gorî wê yekbûnê çalakiyên weke meşên dirêj, rojên xwendinê, konferans, ji Serok Apo re şandina qertan û grevên birçîbûnê li dar dixin.
 
Jinên Kurd bi dirûşmeya ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’ bi biryardariya azadkirina Rêber Apo ku afirînerê têkoşîna azadiya jinan e, ji hemû çalakiyan re pêşengtiyê dikin. Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û têkbirina pergala Îmraliyê hezaran hevalên me yên li girtîgehan û dayikên me yên li Kurdistanê, di 25’emîn salvegera komployê de jî  pêşengtiya pêvajoyên berxwedanê dikin.
 
Em ê sala 2024’an bikin sala azadiya Rêber Apo
 
Ji bo têkbirina komploya 15’ê Sibatê jinên Kurd bi berxwedana ku raber kirine, bi roleke girîng rabûne. Weke jinên Kurd ên xwedî li paradîgmaya demokratîk, azadiya jinê û ekolojîk a Rêber Apo derdikevin, di asta pêşengiyê de di nava berxwedanan de cih digirin, di avakirina konfederalîzma demokratîk de berpirsyarî girtine ser xwe, ji bo parastina civak, azadî û xaka xwe xwe veguherandine hêza parastina cewherî û li ser vî esasî hesab ji dijmin dipirsin, em bi biryar in ku pêngava azadkirina Rêber Apo bi ser bixînin. Em ê sala 2024’an bikin sala azadiya Rêber Apo.
 
Sîstema êşkence û tecrîdê ya li ser Rêbertiya me 25 salên xwe temam dike. Azadiya Rêber Apo wezîfeya dîrokî ya me jin û gelan e. Berpirsyariya bi ser xistina vê wezîfeyê jî herî zêde dikeve ser milê me jinên Kurdistanî. Lûtkeya hemû çalakiyên ku me di çavçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de daye destpêkirin, wê meşa dîrokî ya 17’ê Sibata 2024’an a li Kolnê be. Bi vê meşê em jin bi coş û kelecaneke mezin xwe amade dikin û pêşengiyê dikin. Em bawer dikin ku em ê 17’ê Sibatê bibin dengê azadiyê. Em ê dengê bi milyonan bikin yek û bigihînin Rêber Apo. Em ê dengê xwe li çiyayên xwe, li her devera Kurdistanê, li Rojhilata Navîn li ser dengê berxwedêran zêde bikin. Li ser vî bingehî di serî de jinên Kurdistanî em bang li her kesê azadîxwaz, her kesê ku jiyana bi mirovane û bi heq dixwazin dikin ku bi rengekî xurt tevlî meşa mezin a dîrokî ya li Kolnê bibin ku 17’ê Sibata 2024’an wê were lidarxistin. Roj roja bi ser xistina têkoşînê ye!
 
Roj roja azadiya me ye! 
 
Jin, Jiyan Azadî!”