Derbarê endama KJAR'ê Warîşe Muradî de îdeaname hat amadekirin

  • 12:18 5 Sibat 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê endama KJAR'ê Warîşe Muradî ku beriya salekê ji aliyê hêzên hikumeta Îranê ve hatibû revandin û piştî 70 rojan derket holê ku hatiye girtin, bi sûcê ‘Li dijî ewlehiya netewî tevger kiriye’ îdeaname hat amade kirin.
 
Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî (Ciwana Sine) dî dîroka 1’ê Tebaxa 2023’yan de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatibû revandin. Werîşe Muradî ku ji aliyê hêzên hikumeta Îranê ve hatî revandin 70 rojan jê xeber nehat girtin. Piştre hat zanîn ku Werîşe Murad li navenda binçavkirinê ya Sine ye hatiye girtin û îşkence lê hatiye kirin. 
 
Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê di daxuyaniya ku dûh hatî dayîn de ragihand ku derbarê Werîşe Muradî ku li girtîgeha Evîn ya li Tahranê tê girtin piştî 6 mehan îdeaname hatiye amadekirin û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di hefteyên borî de derbarê Werîşe Muradî ji ber endamtiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PAJK) bi sûcê ‘Li dijî ewlehiya netewî tevger kiriye’ îdeaname hatiye amadekirin. Îdeanameya ku hatî amadekirin şandin 15’emîn Şaxa Dadgeha Devrîm a Tahranê.”