Xwebûn bi manşeta ‘Bazara li ser hebûna kurdan’ derket

  • 09:07 5 Sibat 2024
  • Rojane
AMED - Hejmara 216’an a Rojnameya Xwebûn bi manşeta “Bazara li ser hebûna kurdan” derket pêşberî xwînerên xwe. 
 
Hejmara 216’an a Rojnameya Xwebûn bi manşeta “Bazara li ser hebûna kurdan” derket û bal kişand ser armanca serdana Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin a bi Mesût Barzanî re. Rojnameyê di surmanşetê de bi sernavê “DEM Partî vengê mexduran a” cih da salvegera erdheja 6’ê Sibatê û hewldanên DEM Partiyê yên ji bo mexdûrên erdhejê. 
 
Rojnameyê di rûpela jin de bi sernavê “Jin têkoşîna xwe xurt dikin” bal kişand ser encama civîna salane ya Kongra Star a ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye di 27’ê çileyê de bi dirûşma "Bi pêşengiya Zelal û Nûdeman Em ê Tecrîdê Bişkînin û Rêxistina Xwe Ava Bikin” pêk anibû. Rojnameyê dîsa di rûpela jin de bi sernavê “Jinên êzidî li ber xwe didin” bal kişand ser encama konferansa Jinên Êzidî ku li Ewropa pêk anîbû. 
 
Rojnameyê di rûpela Hevpeyvînê de jî bi sernavê “75 kes ji bo azadiyê dimeşin” bal kişand ser girîngî û wateya “Meşa Mezin a Azadiyê.”