Parlamentera Partiya Çep a Alman: Berxwedana Îmraliyê komplo vala derxist

  • 09:05 5 Sibat 2024
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parlamentera Partiya Çep a Almanyayê Cansu Ozdemîr da zanîn ku bi komploya navneteweyî xwestine BOP bikin jiyanê û got berxwedana li Îmraliyê hatiye dayîn  planên hêzên tevli komployê bûne vala derxistin û ev jî ji gelan re bûye hêvî.
 
Rêberê PKK’ê Abdllah Ocalan ku di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployek navneteweyî hat revandin û anîn Tirkiyeyê 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin û 35 meh e jî tu agahî jê nayê girtin. Abdullah Ocalan ku komployê wek ‘operaysonek gladyo-NATO’ bi nav dike, diyar dike ku ev gava ewil a ku Porojeya Mezin Rojhilata Navîn (BOP) bikeve jiyanê ye.
 
Parlamentera Partiya Çep a Almanyayê Cansur Demîr komploya der barê Abdullah Ocalan de nirxand.
 
‘Planên dewletên tevli komployê bûn vala hatin derxistin’
 
Cansuyê da zanîn ku ji DYA’yê bigirin heta Rûsya, ji Yekitiya Ewropayê (YE) bigirin heta Yewnanîstan, ji Tirkiyeyê bigirin heta Kenya, Tacîkîstanê gelek dewlet tevî di navbera wan de nakokî hebûn jî di komployê de cih girtin. Cansuyê wiha dirêjî daye: “Tevî di navbera van dewletan de nakokî hebûn di komployê de cih girtin. Hedefa wan mezin bû. Dixwestin Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bikin jiyanê. Li dijî vê jî Abdullah Ocalan û tevgera azadiya Kurd xetere dîtin.  Xwestin pêşî li fikrên Abdullah Ocalan bigirin. Lê îro bi Şoreşa Rojava re ev plan vala derketin. Di vê planê de xwestin Tirkiyeyê ji bo Projeya Rojhilata Navîn bi kar bînin. Tevî navbera van dewletan de nalokî hebûn di pêvajoya Efrînê de jî hatingel hev. Me di dagirkirina Efrînê de rola DYA, Rûsyayê dît. Almanyayê panzerên xwe şandin. Ev şerê hegemonyayê li Rojava tûnd bû. Bi hegemonyaya xwe ya du sedsalî xwestin Kurdn tune bikin û Tirkiye wek çek bi kar anîn. 40 sal erê hewl dan van planan bikin jiyanê. Kurd kirin hedef. Lê dîtin ku nikarin berxwedana Kurdan û tevgera azadiya jinan têk bibin.”
 
‘Soza ji bo Kurdan hat dayîn nehat cih’
 
Cansuyê destnîşan kir ku  welatên tevli komployê bûn, ji bo rewşa Abdullah Ocalan bişopînin soz dan Kurda lê ev 25 sale soz neanîne cih û wiha domand: “Piştî komployê li welatên Ewropa gel daketin kolanan. Li ser vê dewlet neçar ma sozê bide. Gelê Kurd bi zelalî got ‘Abdullah Ocalan xeta me ya sor e’. Berpirsan ev rewş ji nêz ve şopand. Lê ji bo rakirina tecrîdê tiştekî nakin. Sozên hatin dayîn neanîn cih. Tecrîd hîn bêtir giran kirin. Bi mîlyonan kes xwedî li fikr û paradîgma Birêz Ocalan derdikevin. Felsefeya Birêz Ocalan li Rojava ket jiyanê û ev mînaka vê ye. Gel Abdullah Ocalan wek feylezof dibînin.”
 
‘Welatên Ewropa tecrîdê erê dikin’
 
Cansuyê her wiha bi lêv kir ku welatên tevli komploya navneteweyî tevî ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên der barê şertên Abdullah Ocalan de hatiye dayîn dizanin jî bêdeng dimînin û bi vê bêdengiyê tecrîdê erê dikin. Cansuyê nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Yek ji erêkirina welatên Ewropayê ya ji bo dewleta Tirk, êrîşên îmhayê yên li hember gelê Kurd in.  YE, DYA, Rûsya û hemû dewletên tevli komployê bûne ji vê xwînê xwedî dibin. Alman çekan îxracê Tirkiyeyê dike.Ev çek jî rêxistinên terorê yên wek DAIŞ’ê li hember kurdan bi kar tînin. Fransa, Almanya li vir li siyasetmedarên Kurd zextan dikin.  Almanya siyastmedarên Kurd Kenan Ayaz û Tahîr Koçer li dadgehên xwe didarizîne.”
 
‘Wê dijhiqûqî bidomin’
 
Cansuyê bi lêv kir ku mafê hêviyê ya bo Abdullah Ocalan ji aliyê Tirkiyeyê ve tune hatiye hesibandin û ev di hiqûqê de cihê wê tune ye. Cansuyê di vê mijarê de jî wiha got: “Li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tunehesibandina mafê hêviyê nayê qebûlkirin û di tu hiqûqa dewletan de tuneye.  Li dijî zextên Tirkiyeyê dewlet bêdeng bimînin wê ev dijhiqûqî jî bidome.”
 
‘Bi şoreşa Rojava re fikrên Abdullah Ocalan baştir hatin fêmkirin’
 
Cansuyê di dawiyê de wiha got: “Ligel tecrîda li Îmraliyê , berxwedanek mezin tê dayîn. Vê berxwedanê planên welatên tevli komployê bûn vala derxist. Vê hêvî da gelan. Hîna li kolanên Kurdistanê berxwedan didome. Em dibînin ku bêyî Birêz Ocalan çareserî nabe, Tirkiye rast nabe. Ji bo şertên Birêz Ocalan baş bibin me îmze li Parlamentoya Ewropayê kom kirin. Parlamenterek jin îmze navêt û got ev şert rastin. Ev gotinên wê piştgiriya  Ewropayê ya ji bo komployê baş îfade dikin. Bi şoreşa Rojava re fikrên Abdullah Ocalan hîn bêtir baş hatin fêmkirin.”