Komploya navneteweyî li Rojava hat protestokirin

  • 21:15 4 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan, li Kobanê, Hesekê û Tebqa çalakî hatin lidarxistin.
 
Li navçeya Qinê ya Kobanê ji bo şeremzarkirina Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Kongra Star ve hat lidarxistin.
 
Berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê-Şaxê navçeya Qinê Hîlal Elî axivî û got: " Rêberê me di nav çar dîwaran de ye, lê raman û felsefeya wî azad in. Em ê her tim li pey fikir û felsefeya Rêberê xwe bin. Ramanên Rêbertî ji dijminên hov re bûne cihê tirsê."
 
Rêveberiya Kongra Star a navçeya Qinê Sûad Şêx Demir wiha got: "Em ê têkoşînê xurt bikin ta dîwarê Îmraliyê hilweşînin û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mîsoger bikin."
 
Hesekê
 
Bi heman armancê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê semîner da. Semîner li hola Meclisa Gel pêk hat. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Foza Yûsif  bal kişand ser armancên dewletên ku di komployê de cih girtine û rêbazên wan û destnîşan kir ku armanca komployê têkbirina fikrê azad ê şoreşgerî ye.
 
Beşdaran destnîşan kir ku pêwîst e rêya fikrên Abdullah Ocalan bên şopandin û fikrên wî bi awayekî berfirehtir li cîhanê bên belavkirin û asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bê bilindkirin.
 
Tebqa
 
Rêxistinên Civaka Sivîl ên Tebqayê bi nêzîkbûna salvegera 25'emîn a komploya navneteweyî, bi daxuyaniyekê komplo şermezar kir.
 
Daxuyanî ji aliyê hevseroka Yekitiya Kedkaran Zeyneb Kenan ve li pêşiya avahiya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Tebqayê hat xwendin.Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku destê îstixbarata cîhanê û herêmê di serî de ya Amerîka, dewleta Tirk a dagirker û Îsraîlê di komployê de hebû.
 
Di berdewama daxuyaniyê de tecrîda li ser Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û berxwedana wî ya di nav dîwarên Îmraliyê de hat silavkirin. Di dawiyê bang li hemû kesî hat kirin ku tevli têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bibin.