Li Silêmaniyê zarokekê jiyana xwe ji dest da

  • 20:09 4 Sibat 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberê Navenda Beşa Lezgîn ya Silêmaniyê,  Saman Nadir da zanîn ku li dibistana gundekî, komek xwendevan ji ber dumana sobeyê bi jehrê ketine û di encamê de zarokekê jiyana xwe ji dest da.
 
Rêveberê Navenda Beşa Lezgîn ya Silêmaniyê Saman Nadir ji Rojnewsê re  axivî û diyar kir ku li dibistana gundekî Silêmaniyê, komek xwendevanên di nava refê de, ji ber dumana sobeyê bi jehrê ketine.
 
Saman da zanîn ku ji ber jehrê, zarokek 12 salî jiyana xwe ji dest da û 8 zarokên din jî gihandine nexweşxaneyê.