Meşvanên Azadiyê kesên li Roboskê hatibûn qetilkirin bibîr anîn

  • 18:59 4 Sibat 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Meşvanên Azadiya Mezin ên gihiştin herêma Botanê, kesên li Roboskê bi bombebarana balafirên şer hatin qetilkirin bibîr anîn. Halîme Encu ya bang li dayikên leşker û polîsan kirin ev bang kir: “Werin em dest bidin destê hev.”
 
“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin di roja 4’an de didome. Baskê meşê yê Wanê derbasî gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê bû û li vir serdana Goristana Roboskê kir. Malbatên Roboskê şande bi wêneyên kesên di Komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji dest dan pêşwazî kir. Meşvanên azadiyê yek bi yek malbat silavkirin û derbasî goristanê bûn. 
 
Piştî meşa bi dirûşma “Şehîd namirin” hate kirin, li goristanê ewilî dua hatin kirin.  Halîme Encu axivî û anî ziman ku 13 sal in edalet nehatiye Roboskê û Kurdistanê.  Halîmyê, xwest ku tu komkujiyên din çênebin û wiha got: “Em hemû aştî, edalet û yekitiyê dixwazin. Te çima ev komkujî kir hey zalim? Çi guneha 34 kesan hebû? Êdî bes e. Em bang li dayikên leşker û polîsan dikin. Em bang li hemû dayikên kurd dikin. Werin destê xwe bidin destê me. Bila êdî komkujî çênebe. Em aştî, azadiyê û yekitiyê dixwazin. Rondikê çavên dayikan heman in. Em hemû dest bidin destê hev û em bêjin êdî bes e. Dilê me dişewite.”
 
‘Sed sal jî derbas be komkujî nayê jibîrkirin’ 
 
Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz a pişt re mafê axaftinê wergirt, diyar kir ku 4 roj in di rê de ne û da zanîn ku meşa wan dê heta 15’ê sibatê berdewam bike. Sumeyeyê, anî ziman ku ji bo komkujiyeke din a weke Roboskê çênebe di rêyan de ne û wiha got: “Ev meş ji bo pêşiyê li komkujiyan, zulman û zaliman bigire ye. Ji ber wê yekê dê ev meş heta ku aştî, azadî û yekitî pêk were dê berdewam bike. Sed sal jî derbas bibe em ê komkujiyê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin.Li vir 34 kes hebûn, 19 jê zarok bûn. Balafirên şer ên dewleta tirk bombe baran kirin û ew qetil kirin. Li Kurdistanê komkujî qet nesekinîn û faîlên van bi bêcezatiyê hatin xelatkirin. Bila êdî kes di komkujiyên weke Vartînîs û Roboskê de jiyana xwe ji dest nedin. Bila aştî û azadî were ser vê axê. Ji ber vê yekê jî divê çareseriyê pirsgirêka kurd ku birêz Ocalan daniya holê were axaftin û bingeha diyalogê bê avakirin.”
 
Piştî axaftinên hatin kirin, gul danîn ser goran. Malbatan gorên zarokên xwe yên li ser bû paqij kir û ji bo xizmên xwe bi şandeyê re dua kirin. 
 
Meşvanê azadiyê derbasî navçeya Qilebanê bûn.