Nobeda Edaletê li Êlihê di roja 4'an de ye

  • 16:28 4 Sibat 2024
  • Rojane
 
ÊLIH/MÊRDÎN - Li Êlihê Nobeda Edaletê di roja 4'an de dewam kir û li Mêrdînê jî gelek kesên ku hatin serdana çalakiyê banga piştevaniyê ji bo Meşa Mezin a Azadiyê kirin. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê jî di roja 4’an de berdewam kir. Xizmên girtiyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl pêşengtiya çalakiyê dikin û gelek kes çûn serdanê. Di tevahiya rojê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
 
Mêrdîn
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya DBP’a Mêrdînê tê jî didome û gelek kes îro hatin serdanê. Dayikên di çalakiyê de û ziyaretvanan bi hev re stranên kurdî gotin û helbest xwendin. Di çalakiyê de beşdaran bal kişandin ser “Meşa Mezin a Azadiyê” û xwestin her kes piştgiriyê bide. Ji Dayikên Aştiyê Leyla Akar bal kişand ser armanca çalakiyê û ev tişt anî ziman: “Banga me j bo hemû gelê me û dayikan e; em ji bo Rêbertiyê û xwişk-biratiyê li vir in. Werin em dest bidin destê hev.” 
 
Nobedê, bi serdanan berdewam kir.